Reqksvan Yeşîm Coşkun sedema ku Bedîrxan bikin lîstîk vegot û diyar kir ku ji ber ku di dema ku jiyaye ligel ku malbatê nerazîbûn nîşan daye û bi reqs û nasnameya xwe ya Kurdbûnê ji bo têkoşîna jinên sudewar bûye.
Leyla Bedirxan kî ye?
Leyla Bedîrxan keça Henriette Hornik a ji malbateke cihû û Abdulrezzak Bedîrxan ê ji malbata Bedîrxan e û di 1908’an de li Stenbolê ji dayik bû. Piştî sirgûna malbatê bi malbata xwe re koçî Misrê kirin. Piştî ku bavê wê jiyana xwe ji dest da bi dayika xwe re li Viyanayê jiyana xwe berdewam kirin. Bedîrxan a li Viyanayê yekem dersa xwe ya reqsê girt ewil li Operaya Viyanayê derket ser dikê. Ji ber ku reqsvan bû rastî nerazîbûna malbatê hat jî tu caran dev ji reqsê berneda û nasnameya xwe ya kurd bûnê jî înkar nekir. Her tim bi serbilindî kurbûna xwe anî ziman li cihên weke “Ereb” hate nasandin jî her tim sererast kir û kurdbûna xwe anî ziman.