Leyla Guven ji heyeta ji Başûrê Kurdistanê re got, “Şoreş bê berdêl nabe. Divê ev çalakî bibe wesîleya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd. Xwedî li hevrê Nasir derkevin.”
Endamê Desteya Rêveber a Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk, Dr. Hekîm Ebdulkerîm, Şoreş Xidir, endama Platforma Hewrem Hîlal Şewket, Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Kedkaran Bextiyar Mistefa ji Başûrê Kurdistanê çûn serdana Leyla Guven. Li aliyê din şandeke Komîteya Eniya Demokratîk a Gel ya Kerkûkê çû serdana Nasir Yagiz ê li Hewlêrê çalakiya xwe di roja 113´an de dewam dike.
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî, Ronak Mecîd a di heyetê de cih digirt, li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber destûr nehate dayîn ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, nekarî biçe serdana Guven û çalakgerên greva birçîbûnê. Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca li gel heyetê cih girt. Heyet a ku ji keça Leyla Guvenê, Sabîha Temîzkan agahî wergirtin, peyama Nasir Yagiz ê li Hewlêrê bi heman armancê ev 113 roj in di grevê de ye, pêşkêş kirin.
Heyeta ku silav da Leyla Guven, şar û pûşiyeke ku ‘Jinên Hewremanî’ amade kiribûn weke diyarî dan wê.
Şoreş bê berdêl nabe
Leyla Guven malavahiya heyetê kir û got, “Şoreş bê berdêl nabe. Divê ev çalakî bibe wesîleya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd. Xwedî li hevrê Nasir derkevin.”
Heyet piştre çû avahiya bajêr a HDP´a Amedê. Heyet li wir çû serdana Parlementera HDP’ê Dersim Dag a 3’yê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kiribû. Parlamenterên HDP´ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî 8’ê Adarê li heman avahiyê tevî Dag, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger li dijî tecrîdê kir. Heyetê ji parlemeneterên HDP’ê li ser asta tecrîd û grevên birçîbûnê de agahî wergirtin. Heyet piştî serdanê ji bajar veqetiya.
Eniya Demokratîk çû serdana Nasir Yagiz
Li Hewlêrê jî, şandeyeke ji Komîteya Eniya Demokratîk a Gel ya Kerkûkê a ji 5 kesan, bi pêşengiya rêveberiya wê Aram Kerkûkî çû serdana Nasir Yagiz. Di serdanê de li ser navê şandeyê Rêveberê Komîteyê Aram Kerkûkî got, ji bo piştevanî û berxwedana di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz silav bikin, ew çûne serdana Nûnertiya HDP’ê û çalakvanên di grevê de silav kirin.
Aram Kerkûkî di serdanê de çalakiya Leyla Guven çalakiyeke bi wate mezin bi nav kir û got, “Tecrîdkirina Rêber Apo nayê pejirandin. Ji bo vê yekê çalakiyeke wiha hatiye destpêkirin.”
Endama Nûnertiya HDP’ê a Hewlêr Muzeyen Guneş jî malavahiya heyetê kir û got: “Ev çalakî ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê ye, ev ji bo neteweya Kurdistanê ye.
Êriş û gefên Erdogan nîşaneya ne tenê tinekirina Kurdên Bakur, qirrkirina tevahiya Kurdan e. Erdogan li Başûrê Kurdistanê jî gefan dixwe û tîne ziman ku Kurdek li kû be, ew ê wî tine bike.”
AMED / HEWLÊR