Leyla Guven ev 75 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li Amedê, jinan li pêşiya hepsê dengê ´Leyla Guven rûmeta me ye´ gihand hepsiyan û li dijî êrişa polîsan li ber xwe da.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê di roja xwe ya 75´an de dewam dike. Doh li Amedê, jin ji bo destekê bidin Leyla Guven, ber bi Hepsa Tîpa E ya Amedê ve meşiyan. Lê belê polîsên Tirk êrişî wan kir û ji wan 209 kes destgîrkirin. Li aliyê din Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê, bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û diyar kirin ku daxwazên Leyla Guven û girtiyên din, daxwazên civakê ne. Di paneleke li ser Leyla Guven a li Stenbolê de jî Hevseroka ÎHD´ê, parêzer Eren Keskîn pirsa, ka gelo çima Kurd tenê nerazîbûnê nîşan didin û aliyên din ên muxalif bêdeng in, kir.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 75 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Jinan xwest destekê bidin Leyla Guvenê û bi vê armancê li ber Hepsa Tîpa E ya Amedê civiyan. Endamên Komeleya Jinan a Roza, Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî di navê de gelek jin kom bûn û dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye" gotin. Jinan xwest dengê xwe bigihînin Leyla Guvenê. Polîsên Tirk jî dor li jinan girt.
Jinan li ber xwe da
Polîsan piştre êrişî wan kir û Seroka Komeleya Jinan a Roza, Adalet Kaya, Berdevka Demkî ya Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle, Bahar Karakaş Ûlû bi erdê re kaş kirin û li wan dan. Her wiha heqaret li Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn jî kirin û li wê jî dan.
Jinan nerazîbûna xwe ji êrişa polîsên Tirk bi gotina dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" nîşan da. Li dijî êrişa polîsan a bi ava şid û gaza îsotê, jinan demeke dirêj li ber girtîgehê li ber xwe da. Di êrişa polîsan de 20 jin hatin destgîrkirin û di nava van de Seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya, Berdevka Demkî ya Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle Bahar Karakaş Ûlû, Ceylan Aslan, Gonul Adibellî û şêwirmeda Remziye Tosûnê Gûrbet Ozer jî hene.
Grevên birçîbûnê piştguh nekin
Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê, bi daxuyaniyekê piştgirî da çalakiya Leyla Guven û diyar kir ku daxwaza Leyla Guven û girtiyên din daxwaza civakê ye. Înîsiyatifê ji rayedaran xwest ku bi lez daxwazên Leyla Guven û girtiyên din pêk bînin. Înîsiyatîfê got, "Em dibêjin daxwazên Leyla Guven û mehkûmê din, daxwazên civakê ne jî. Ji bo mirov û civakeke tendûristî divê rayedar guh bidin daxwazan.
Em naxwazin zerareke giran bigihe mirovan û civakê. Lewma ji bo berpirsiyaran em bangî rayedaran dikin. Em ji bîr nekin ku jiyan bi qîmet e. Grevên birçîbûnê piştguh nekin. Mirinê bisekinînin. Êdî em naxwazin behsa mirinan bikin.
Ji bo laş û mêjiyê mirovan de nexweşiyên mayînde pêk neyên em hêvî dikin ku rayedar berê xwe bidin rêyên çareseriyê."
Çima Kurd tenê ne?
Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê ji bo balkişandina ser rewşa Hevseroka KCD´ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de, li şaxa komeleyê ya li Beyoglûyê panelek li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê Gulseren Yolerî û Endamê Desteya Rêveber ê Odeya Tabîban a Stenbolê Mûrat Ekmez di panelê de axivîn.
Di panelê de Eren Keskîn got, “Leyla Guven li hemberî polîtîkayên li Îmraliyê û li hemberî astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re, çalakiyek da destpêkirin. Pirsek heye, gelo çima raya giştî ya muxalif li hemberî van çalakiyan bêdeng e? Çima elaqeya ji bo grevên birçîbûnê yên Nûriye û Semîh ji bo ya Leyla Guven nayê nîşandan? Kesê ku dibêje, ez muxalif im, divê vê pirsê ji xwe bike. Sedema vê ne tirs e.
Ji bo ku em karibin Guven bidin jiyîn divê bêhiqûqiya li Îmraliyê were rakirin. Ji bo vê jî divê em muxalefeta civakî derxînin pêş. Gelo çima bi tenê Kurd nerazîbûnê nîşanî vê tiştê didin. Ez bersiva vê pirsê jî dihêlim ji raya giştî ya Tirkiyeyê re.”
AMED / STENBOL