NESRÎN EBDÎ / KOBANÊ 


Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Tabura Şems El Şemal Feysel Ebû Leyla ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de birîndar bû û di 3’yê hezîrana 2016’an de şehîd bû ji keçika xwe Leylayê re nameyek  nivîsandibû. Ebû Leyla di nameya xwe de wiha bangî keça xwe kiribû: “Ez ê ji bo te û zarokên wekî te şer bikim. Ji bo ku zarokên van xakan di siberojeke xweştir û azad de bijîn, em singa xwe didin ber hemû tehlûkeyan.”

Ebû Leyla yê di her wextê berxwedan û rizgarkirina Kobanê de cîh girt, dema şerê rizgarkirina bajarê xwe Minbicê dimeşand, şehîd bû. Lê soza xwe jî bi cîh anî. Hevalên wî yên têkoşînê bajarê wî jî rizgar kirin û ji bo zarokên wî û yên wekî wan siberojeke azad ava kirin. Îro li Minbic û Kobanê bi hezaran zarok di aramiyê de dijîn û dixwînin.

Li dibistanê fêr dibin

Zaroka Ebû Leyla ya mezin a bi navê Leyla ku 8 salî ye îroj xeyala bavê xwe pêk tîne. Leyla li Kantona Kobanê bi xwîşka xwe Rehefa ya 7 salî re, çenteyê wan li milên wan her roj diçin dibistana Şehîd Gulistan. Herdu xwîşk di sinifê yekemîn de fêrî nivîsandin, xwendin û strandina bi zimanê dayikê dibin.

‘Navê min Rehef Feysel Seidûn e’

Li dibistana Şehîd Gulistan a herî nêzî mala wan, em çûn serdana herdu xwîşkan. Destpêkê bi şermokî em pêşwazî kirin. Paşê Leylayê  sedema vê yekê wiha vegot: “Ez ji ber rojnemevanan direvim, carekê dîsa hatin mala me, lê min xwe veşart, diya min bang kir jî ez nehatim.”

Lê keçika biçûk Rehef ne şermok bû. Wê destpê kir û tîpên ku li dibistanê fêr bûne rêz kirin. Paşê jî pirtûka xwe vekir û navê xwe nîşan da. Bi dengekî berz got: “Navê min Rehef Feysel Seidûn e.”

Mamosteya herdu xwîşkan, Leyla Xito anî ziman ku asta wan baş e, yek a din hişyar dike, mînakan ezber dikin, lê herî zêde jî ji waneya wêneyan hez dikin.

Ji bo wan wêneyan ku her du keç xêz dikin, mamosteya wan got; “Hin caran mala xwe ya berê xêz dikin, an jî dema malbatê resm dikin, Leyla bavê xwe dixe nav, lê Rehef dibêje ‘niha baba çûye, eger were ez ê wî jî resm bikim’.”

Bîranîn û xeyalên wan 

Rehef ku herî zêde bêriya bavê xwe dike, dibêje “min carekê baba di xewna xwe de dît, ew dibêje ez ê herim gulekê ji te re bînin.”

Çar zarokên Ebû Leyla hene û di her munasebetê de tevî dayika  xwe diçin goristanê. Leyla ya biçûk dibêje, wexta herî dawî çûne serdana gora bavê xwe, wê dîtiye ku kevirên ku navê bavê wê li ser wan nivîsandî, ji hev bela bûne û ew careke din wan rast dike.

Keçika biçûk Rehef jî her çiqasî gelek bûyer bi bavê xwe re nejiyabin û bîranên wan ên hevpar çênebûne jî di her çûna goristanê de bi şêwazekî teqlîda bavê xwe dike.