Meclisa Jinên Sûriyê nameyeke piştgiriyê ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ye, şand. Nameya Meclisa Jinên Sûriyê wiha ye:"Silaveke serbilindî ji hevala têkoşer re ku ji bo rakirina zilmê serî hilda û got êdî bes e. Dengê wê xwînxwar hejandin. Bang li wijdanê cihanê dike, bi israr û bi vîn li dijî faşîstan sekinî. Di demekê de ku rêxistinên navneteweyî û hikûmetên cihanê ji zilma Erdogan re bê deng man, Leyla rabû ser piyan û daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan kir. Leyla dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bi çalakiya xwe amûra desthilatdarî û zilmê şikand. Cihanê li dengê te guhdarî kir. Dengê te ji Filistînê heta Sûriyê, ji Iraqê heya Ewrûpayê hemû cihan rakir ser piyan.”
NAVENDA NÛÇEYAN