Girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên Tirkiyeyê li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê der barê çalakiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.  Daxuyanî, bi navê Denîz Kaya hate weşandin û hat diyarkirin ku li gel hemû bangan tecrîda li ser Ocalan berdewam dike. Kaya da zanîn ku wê ji 24´ê Nîsanê û pê de komên nû tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bibin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta daxwazên wan bicih were, wê çalakiya wan berdewam bike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 500 girtiyên din ên li girtîgehên Kiriklar a Îzmîrê hejmar 1-2, yê li Tekîdag hejmar 1-2, Edîrne, Kirikkale, Sîncan a mêran, Sîncan a jinan, Bolu, Bakirkoy, Gebze, Bergama, Denîzlî, Manîsa, Kandira hejmar 1 û 2 dê di 24'ê Nîsanê de tevlî çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bibin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Serok Apo sedema me ya şer û aştiyê ye. Eger Serok Apo nebe tû çareserî pêk nayê û bedela wê çi be bila bibe em ê berxwedana xwe berdewam bikin."
Girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Strasburgê ku en nêzî 50 rojin dewam dike jî silav kir û wiha hate gotin: "Em di serî de spasiyê ji gelê xwe ku her tim li cem me ma, piştgirî dan me û hemû derdorê û parêzvanên mafên mirovan dikin. Dilê me li cem hevalên me yên li Ewropayê di çalakiyê de ne û em her tim li cem wan in."

Girtiyên siyasî derneketin hevdîtinê
Ji aliyê din ve girtî û hikûmxwarên PKK'î û PAJK'ê yên li girtîgeha Tîpa E'ya Sêrtê girtî ne ji to tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar bikin û piştgirî bidin greva birçîbûnê derneketin hevdîtinan. Xizmên girtîgehan ên çûn girtîgehê bêyî ku hevdîtinê pek bînin dîsa vegeriyan. Hat diyarkirin ku girtî û hikûmxwar wê hefteya pêşiya me jî dernekevin hevdîtinê.

NAVENDA NÛÇEYAN