Beriya hilbijartinên cihî, dewleta Tirk dest bi terora girtin û bincavkirinan kir. Bi operasyonên qirrkirina siyasî li Stenbol, Meletî û Rihayê herî kêm 55 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk li 10 navçeyên Stenbolê avêtin ser malan û herî kêm 20 kes destgîr kirin. Kesên hatine girtin, birin midûriyeta polîsan a Stenbolê.

Li Meletiyê jî di serdegirtinan de rêveberên HDP, DBP û ÎHD’ê jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin û ew birin midûriyeta polîsan a bajêr. Kesên hatine destgîrkirin, Ozcan Agdaş, Nermîn Tûncel,Gonul Ozturkoglû, Ahmet Aksû, Azîz Dogan, Hasan Karvan û Ahmet Tûran Sertkaya ne.

Li Rihayê  jî 28 kes hatin destgîrkirin. Navên eşkerebûyî yên di qirrkirina siyasî de hatî girtin jî ev in: Veysel Erdem, Muharrem Erbek, Vahît Akgun, Halît Dûrdû, Bêrîvan Canpolat, Mûstafa Altindag, Mehmet Tamamboga, Halîl Uluk, Abdullah Guven, Îshak Gunduz, Ferhat Unus û Salîh Erbekler.

 

STENBOL