Li dijî înkar û qirkirinê, mêhtingerî û dagirkeriyê, ciwanên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên tolhildanê pêk tînin. Înisiyatîfên hatine rêxistinkirin para bêhtir çalakiyên şewitandinê pêk tînin. Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand wan 26'ê Hezîranê li navçeya Mîlasê ya Mûglayê wesayitek û li navçeya Alîaga ya Îzmîrê fabrîkayeke petrokimyayê şewitandine. Însiyatîfê her wiha da zanîn ku 27'ê Hezîranê li Bornovayê dema ku du trên derbas bûne çalakî kirine. Li Dîlokê jî baxçeyê lojmanên leşkerî şewitandine. Li Amedê du çalakî Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Savaş Amed li Amedê li dijî polîs û notirvanên Tirk çalakî kirin. Hate gotin çalakî ji bo bîranîna şervanê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan Sînan Guneş hatine kirin. Di vê çarçoveyê de: "26'ê Hezîranê li taxa Skender Paşa ya Sûrê ya Amedê li dijî polîsên TC'ê bi bombe û çekan çalakî hatiye kirin. Encama çalakiyê diyar nebû. Heman rojê li Bûlvara Înonî ya Deriyê Çiyê ya Sûrê ya Amedê, li dijî polîs û notirvanên TC'ê ya dagirker, ku Şaredariya Sûrê dagir kirine, bi bombe û sîlehan çalakî hatiye kirin. Hate tespîtkirin ku polîsek û notirvanek birîndar bûne.'' NAVENDA NÛÇEYAN