STRASBOÛRG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê, Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li ber Walîtiyê hatin cem hev û çalakiya ji bo edalet û heqîqetê lidar xist. Di çalakiya ku bi beşdariyeke xurt pêk hat de, hat xwestin ku kiryarên komkujiyê bên aşkerakirin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku komkujiyê ronî bike û dirûşmên „Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne“, „Em edaletê dixwazin“ û „Şehîd Namirin“ hatin qîrîn.

MARSÎLYA: Li bajarê Fransa Marsîlyayê, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan ji Meydana Vîeûx Portê heta pêşiya Qesra Edaletê çalakiyek lidar xist. Girseya gel di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirt û li ber Qesra Edaletê deqeyek rêz girt. Jinan li ber avahiya Qesra Edaletê stand vekirin, belavok belav kirin, komkujî şermezar kirin û xwestin komkujî bê ronîkirin. Di çalakiyê de dirûşmên „Em hemû Sakîne, Rojbîn û Leyla ne“, „Em edaletê dixwazin“ hatin qîrîn.

MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê jî çalakiya „Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye“ hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Sara ve hat organîzekirin û hat ragihandin ku her rojên Çarşemê wê çalakî li ber Konsolosxaneya Fransayê bidome.

DEN HAAG: Li bajarê Hollanda Den Haagê jî, li ber Parlamenta Hollandayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û dirûşma „Em edaletê dixwazin“ hat qîrîn.   


 NAVENDA NÛÇEYAN