Li navçeya Silopî ya Şirnexê hêzên taybet û polîsên sivîl bi ser malên taxên Şehîd Harûn Boy, Karşikaya, Yenîşehîr û Barbarosê de girtibûn û 13 kes binçav kiribûn, her wiha di dawiya serdegirtinan de hêjmara binçavkiriyan gihişt 21 kesan. Hat hîn bûn ku kesên hatine binçavkirin Asya Tay, Selîma Kiran, Zeynep Tanboga, Asya Kazandi, Asya Orak, Yaşar Bayar, Emîn Kurnaz, Cewher Beduk, Îsmail Kunur, Omer Acar, Silêman Acar, Mehmet Kiran, Cemîl Toguç, Sabrî Tanit, Abdurahman Naycî, Mûsa Kutlu, Abdullah Aydemîr, Hisnî Kaplan, Abdullah Kara, Omer Acar û Emîn Ergul hatin binçavkirin.
Li Çinarê ciwan binçavkirin

Yekenineyên Midûriyeta Polîsan ya navçeya Çinarê serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 9 kesên ciwan binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin; Medeni Gül, Veysi Canpolat, Baran Canpolat, Mervan Karataş, Mervan Ekinci, M. Salih Ablak, Devran Ay, Siraç Deviren û Uğur Coşar.

Li gelek navendan binçavkirin

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan, bi hêzên çevîk û polîsên tîmên taybet li taxên Pazaryerî, Hilal û gelek taxên din bi ser gelek malan din de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de di nav de rêveberê BDP’ê Numan Yeşîlmen û welatiyen bi navê Abdurrahim Bolur, Ercan Tunç, Beyaz Aslan, Husnu Karadag û Ahmet Karadag binçavkirin. 6 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.
Li Enqereyê jî yekîneyên midûriyeta polîsan bi ser gelek malên xwendekaren zanîngehê de girt. Polîsan di serdegirtina malan de li gel xwendekarê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Enqereyê Naîm Gerburak xwendekarên bi navê Kasim Kader, İlhan Toreci, Ahmet Akyuz, Hasan Koçak, Turgut Çilli, Habîb Alkan, Firat Aslan û xwendekarên bi navê Binalî û Hasan ku paşnavê wan nehat zanîn binçav kirin. Hate zanîn ku operasyona serdegirtina malan didome. 
Li Navçeya Melezgîrtê ya Mûşê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 2 zarokên bi navê F.G. (16) û K.K (17) binçavkirin. Polîsan 2 zarok birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Melezgîrtê.
Polîsên Antalyayê jî di encama serdegirtinan de xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê Ozlem Kaçmaz, Tolga Ece, Suat Zengin, Savaş Yağız û Vedat Tekin girtin binçavan

Li Qoserê pêla binçavkirinê  

Polîsan duh bi şev, di çarçoveya operasyona di bin navê KCK’ê de, li navçeya Qosera Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de 18 kesên ku bi hinceta beşdarî mitînga BDP’ê ya bi dirûşima “Ez xwe îxbar dikim. Min jî vî sucî kiriye û dikim” bibûn, hatin binçavkirin. Di serdegrtinê de Serokê BDP’ya Navçeyê Seyfettin Ateş, Mustafa Akgül, Burhan Abic, Mizgîn Çokal, Endamên meclîsa Şaredariyê Melek Kahraman, Sadiye Aslan, A. Rahman Demircan, Amina Abic, Hamdulla Tekin û Adnan Irmak’ jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.

Piştî ku li dozgeriyê îfade dan, veguhestin dadgehê û ji van 18 kesan 16 kes hatin girtin û şandin Girtîgeha Mêrdînê.

Li Sêrtê 3 kes hatin girtin 

Li Enqereyê di demjimêrên serê sibehê de polîsên AKP’ê li ser mala xwendekarê Fakulteya Hiqûq ya Zanîngeha Enqereyê Naîm Gerbûrak de girt û biçav kir. Di derbarê binçavkirina Gerbûrak de agahî nehatin girtin. Balkêş bû ku, Gerbûrak di hefteya ezmûnan de hat binçavkirin û hatin girtin.

AMED