Rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşge û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ên Kobanê li ser girê Kaniya Kurdan agirê Newrozê vêxistin û şahî li dora agir lidar xistin. Şahiya ku bi sedan kes tevlî bibûn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rêzan Tolhildan û Enama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Sakîne Mihemed axivîn û Newroz li herêmên xweser pîroz kirin. Ciwanan li ser gir navê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi agir nivîsandin. Şahî bi stran û govendê hate derengê şevê dewam kir.
HELEB
Li taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û tevlî ku hêzên rêjîmê herêmê topbaran dike jî şêniyên van taxan agirê Newrozê vêxistin û şahî lidar xistin. Şahiya Eşrefiyê li ber mala gel a taxê hate lidarxistin û şahiya taxa Şêxmeqsûd li kolana Mixaberat hate lidarxistin. Herdû şahî bi tevlîbûna şêniyên taxan bi rêzgirtinê destpê kir û piştre welatiyên ku alên kurdî di destê wan de bûn govend gerandin û stran gotin. Şahî bi diruşmeyan bi dawî bûn. Di heman demê de şervanên YPG'ê yên parastina taxên Şêxmeqsûd dikin agir pêxisitn û şahî li ser bendan lidarxistin. Şervanên YPG'ê bê navber diruşme berz dikirin.
QAMIŞLO
Li Qamişlo jî bi sedan şêniyên taxa Hilêliyê agirê Newrozê vêxistin û cejna xwe pîroz kirin. Welatiyan ku bê navber diruşme berz dikirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên kurdî vekiribûn, stran digotin û govend li dora agir gerandin.
GIRKÊ LEGÊ
Li Rimêlan a Girkê Legê jî bi sedan kes li ber navenda Çand û Hunerê ya bajêr kombûn û agirê Newrozê vêxistin û govend gerandin. Wezîrê Enerjiyê ya herêma Cizîrê Silêman Xelef jî tevlî şahiyê bû. Meclîsa Gel a Rimêlan ruxseya şahiyê ji hêzên Asayîşê wergirtibû û şahiya xwe bi stran û xelekên govendê dom kir.
SERÊKANIYÊ
Rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Serêkaniyê li taxên Ronahî û Zorava agirê Newrozê vêxistin û şahî li dora agir gerandin. Herdû şahî bi tevlîbûna sedan kesên ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û YPG'ê re berz dikirin. Welatiyan li derdora agir xelekên govendê sazkirin.
DIRBÊSIYÊ
Rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger ên Dirbsêsiyê jî li gundê Girê Reza agir vêxistin û şahî lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Endama Ciwanên Şoreşger Avaşîn Mihemed axivî û Newroz li gelê herêmên xweser pîroz kir. Di şahiyê de Endamê Meclîsa PYD'ê Silêman Efendî axivî û da zanîn ku Newroza îsl bûye Newroza destkeftiyên hemû gelê kurd. Piştî axaftinan dayîkan agirê Newrozê vêxistin. Beşdaran li dora agir govend gerandin û bê navber durişme berz kirin.
DÊRIK
Rêxistinên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê jî li ber navenda xwe agirê Newrozê vêxist û şahî lidarxist. Ciwanan bê navber diruşme berz kirin û li ber mûzîkê govend gerandin. Girseya gel bê navber sloganên ji bo yekîtiya gelê Kurd û azadiyê qêriya.
NAVENDA NÛÇEYAN