
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê û li bajarê Tambov ên Rûsyayê dijîn, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat krin, di salvegera 18. de bi çalakiyên cuda şermezar kirin. Meş ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê-Agirî û Organîzasyona Jinên Kurd li Krasnadarê-Bêrîtan ve hat roganîzekirin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Girseya gel li ber Kulûba Çandê ya Bolo li hev civiya û bi pankartên bi nivîsa "Na ji qirkirina siyasî re", "Sibat di dîroka Kurdistanê de meheke reş e", "Destên dirêjî Rêberê me dibin bila bişikên" û alên PKK, KCK û PAJK'ê heta ber Otonomiya Çanda Kurd ve meşiya.
Kurdistaniyên li navçeya Pervomaysk a bajarê Tambovê jî, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî li hev civiyan. Ji Rêveberiya Meclîsa Gel a Tambovê Medya Botan li vê derê ji girseya gel re axivî.
TAMBOV