Li Rojavayê Kurdistaê li herêma Afrînê gundê Diriqiya cara yekê dibistana zimanê Kurd bi navê dibistana Nemir Fewzî hate vekirin. Dibistana ku qurdeleya wê ji aliyê Diyaka Şehîd Fewzî û malbatên welatparêz ve hate qut kirin û şêniyên gund jî bi coşeke mezin pîroz kirin.

Her wiha di vekirina dibistanê de mamosteyên zimanê Kurdî, zarokên şagirt û hunermendê herêmê jî amede bûn.


‘Em dilşad in ku dibistana Kurdî vebû'
Şêniyê gund piştî qutkirina qurdeleya dibistanê bi kêliyên hestyar û bi dirûşmên weke şehîd namir, Bijî Tekoşîna gelê Kurd û Ziman nasnameya me ye avêtin. Mamoste Dîcle ya ku beşdarî merasîma vekirina dibistan Nemir Fewzî bû bi kêfxweşî hetsên xwe wiha anîne ziman: “ Ez pir dilşatim ji ber ku dibistaneke me fermî ve bû. Em hêvîdarin ku li her derê û li her cihî gelê Kurd bibe xwedî dibistanê xwe û nasnameya xwe netewî bi destbixînê”.
Her wiha dîcle wiha axivî: “  Berê ji bo zarokên Kurd fêrî zimanê xwe bibana di malan de dersên Kurdî didîtin, lê niha xwendevanên Kurd û zarokên me di dibistanê xwe yên fermî de dersên xwe yên ziman wê bibînin. Ev yek serkeftina gelê Kurd e. Weke pêngava yekemîn Dibistan Nemir Fewzî 35 xwendekar hene û perwerdeya xwe bi zimanê dayîkê dibînin”.
Dibistana ku li Gundê Diriqliya hetî vekirin bi pankerta li ser nivîsadî Dîbistan Nemir Fewzî- Saziya Zimanê Kurdî(SZK) li Gundê Diriqliya, li ser banê dibistanê hatiye hildan. 

‘Emê li zimanê xwe xwedî derkevin'
Di derbarê vekirina Dibistanê de Mamoste İsmet ku weke nûnerê saziya ziman a herêma Afrînê jî axivî û wiha got : “Îro  vekirina dibistana me bixwîna Şehîdên me û keda gelê me ku em dicarî dev ji rêça wan bernadin hatiye sazkirin. Şehîdên me rûmeta me ne, heyanî nefasa me ya dawî emê keda wan ji bîr nekin. Di gelek pirtûkan de hatiye ziman, ger ji bo tekoşîna netewan û zimanê wî qurbanî neyên dayîn û girtin û zîndan neyê kirin, wê netew û gel bi rihetî nekaribin bi azad bijîn”.

Mamosta Îsmet domand û got: “ Em hêvidarin ku di gelek navçe û gundan de jî, dibistanê me bêne vekirin. Ev dibistan bi berxwedaniya gelê me û hêviya azadiya Serok Apo bêne berdewam kirin”. Mamosta İsmat di dawiya axafitina xwe de wiha got: “ êrîşa dijminê me a yekemîn a li ser gelê me, êrîşa li ser ziman e. Ji bo  vê jî, pêwiste em xwedî li zimanê xwe derkevin”

EFRÎN