Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Agiriyê di çalakiyeke gerîla de herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG’ê got, “Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê li nêzî qereqola Şilê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê, hêzên me yekîneyeke artêşa TC a dagirker kontrol kir û di 9’ê Mijdarê saet 13:00´an de çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştevaniya helîkopterên kobra û wesayitên zirxî û ambûlansan leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji herêmê derxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di 10’ê Mijdarê de saet 15:45’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li ser Girê Partîzan çalakiyek kir. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tesbîtkirin.

Di 11’ê Mijdarê de saet 08:20’an hêzên me li Girê Partîzan careke din çalakî kir. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper, kon û konteynirên li ser gir hate xistin, gelek kon û konteynir şewitîn û îmha bûn. Hejmara leşkerên di çalakiyê de kuştî û birîndar bûyî nehate tesbîtkirin.”

Du gerîla şehîd bûn

HPG´ê wekî din eşkere kir ku 10’ê Mijdarê balafirên şer bombe li qada Tepê Sor a herêma Avaşînê barandine, 2 hevalên wan şehîd bûne û ew ê agahiyên der barê nasnameya wan de piştre bi raya giştî re parve bikin.

 

ANF/BEHDÎNAN