Welatiyên ku ava kaniyên wan cemidîn şaredarî tawanbar kirin û diyar kirin ku şaredarî pirsgirêkên welatiyan çareser nake. Li Agiriyê bi hatina zivistanê re serma daket bin sifirê û her derê cemed û qeşa girt. Ji ber sermaya zêde êdî kanî jî naherikin û welatiyên ku nikarin ji malên xwe derkevin ji ber ava kaniyên malên wan naherikin perîşan in. Welatiyên ku ava kaniyên wan cemed girt bertekên xwe nîşanî şaredariya Agirî ya AKP’ê dan. Welatiyên taxa Cezaevî diyar kirin ku ava wan qut bûye û perîşan bûne.


Şaredarî avê qut kir

Welatiyê taxê Ziya Çiftçi, anî ziman ku piştî ava kaniyên wan cemed girt, êdî pir zahmetiyê dijîn û nikarin biçin derve avê bînin. Çîftçî, anî ziman ku ji ber ava kaniyên wan cemed girtiye diçin avê ji mizgeftê tînin û pêdiviyên xwe di nava zahmetiyan de temîn dikin. Çîftçî, da zanîn ku piştî çend caran şaredariyê ava wan qut kir, êdî ava wan cedem digire û nikarin cil, ferax û serê xwe bişon.

Sewalvan perîşan in

Welatiyê taxê Mehmet Ergul jî şaredarî tawanbar kir û da zanîn ku piştî şaredariyê av ji ser wan qut kir êdî ava wan naherike û kaniyên wan cemed girtin û wiha got: “Êdî em ava vexwarinê jî peyda nakin. Welatiyên ku sewalan xwedî dikin bêtir zahmetiyan dijîn. Ji ber zivistan e em êdî nakarin cilê xwe jî bişopin. “ Welatiya bi navê Seyran Paliga jî anî ziman ku ew li taxê avê nabînin û êdî nikarin tu pêdiviyên xwe temîn bikin.

DIHA/AGIRI