Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya 10’ê Mijdarê de 10 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. HPG’ê diyar kir ku di 5’ê Mijdarê de jî li dijî wesayîta zirxî çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin. 

Navendê da zanîn ku di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehît Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de gerîlayan 10’ê Mijdarê danê sibehî li dijî otobusa tîmên taybet a ku ji Bazîda Agiriyê diçû deriyê sînor ê Gurbulakê, çalakiyek li dar xistiye û bi qasî wan tespît kirî jî 10 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.


Wezîr çû serdana polîsên derbxwarî

HPG´ê da zanîn ku piştî çalakiyê gelek ambûlans, wesayîtên zirxî polîsên birîndar ji deverê derxistine. Derb ewqasî giranbûye ku 11’ê Mijdarê jî Suleyman Soylû û koma pê re ya rayedaran çûne serdane hêzên xwe yên derbeke giran xwarî.

HPG´ê wekî din da zanîn ku 5’ê Mijdarê bi şev jî gerîlayan nêzî Agiriyê li dijî 5 wesayîtên zirxî çalakiyeke sabotajê kiriye lê nekarîne hejmara eskerên dewleta Tirk a dagirker ên kuştî tesbît bikin.

Fermandariya Eyaleta Cîloyê ya HPG’ê jî bi daxuyaniyekê  diyar kir ku Sabrî Ozdel û Hazim Şahîn ên ku li ser rêya ku tenê artêşa Tirk bi kar tîne, ne bi zanîn di nava şer de jiyana xwe ji dest dane û gerîla ti carî sivîlan nake hedef. HPG’ê sersaxî ji malbata Ozdel û Şahîn re xwest.


ANF / BEHDÎNAN