Di merasîmê de Endama Saziya zimanê Kurdî ya Efrînê malbatên mamosteyan û Endamên Saziya malbatên Şehîdan, amade bûn.
Ziman nasnameya civakê ye
Endamê Rêveberiya komîteya perwerdeyê ya civaka demokratîk Mihemed Ala di merasîmê de axivî. Ala di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya parastina ziman û got: "Ziman çand û nasnameya civakê ye, bi windabûna ziman re, nasnameya civakê wenda dibe."
Ji bo mafên xwe têkoşînê xurt bikin
Endama Rêveberiya Akademiyê Raperîn Bedran jî axivî û bidawîkirina dewreyê li beşdaran pîroz kir. Raperîn Bedran di axaftina xwe de wekî din komploya li dijî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest gelên li Bakurê Kurdistanê ji bo nasnameya xwe û mafên xwe yên rewa têkoşîna xwe xurt bikin.
Merasîm bi belavkirina bawernameyên mamosteyan bi dawî bû.
ANHA/ EFRÎN