
Armanca perwerdeyê...
Axaftina girtinê ya dewreya perwerdeyê ya 12'emîn, ji aliyê endama Dîwana Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat kirin. Tok balkişand ser girîngî û serketina dewreya perwerdeyê û wiha got: "Em jinên Kurd êdî bindestiyê qebûl nakin. Armancên me yên di dewreyên perwerdeyê yên Akademiyê de ew in ku, jin û jinên ciwan di aliyê zanistî de xwe pêş bixin û bibin xwedî vînek azad. Dîsa armancek me ya sereke heye ku em zehmetî û zoriyên di warê hest û giyan de dijîn bi hevdu re parve bikin û bi hevdu bidin hîskirin. Li gorî vê hîskirinê ji hevdu re bi her awayî bibin alîkar û pirsgirêkên ku hene çareser bikin. Bila êşên me ne tenê di giyanê me de bimînin ne jî di mala me de. Dema parvekirin çêbû û li ser van parvekirinan analîzên kûr çêbûn wê demê em hîn bi hêztir dikarin xwe nas bikin û hêza xwe ya veşartî jî derxin holê. Armanca perwerdeyê hêstên xwe yekkirin xwe bi zanebûn analîzkirin e."
Tok destnîşan kir ku pêwiste ew rastiya Ocalan fam bikin û wiha berdewam kir: "Daxwaza Rêber Apo ji jinê re ew bû ku jin xwe zane bike û li hemberî paşverûtiyan têkoşînê bide meşandin. Jin çi qas zane bibe ew qas jî xweşik dibe. Berxwedana jinê li hemberî dagirkeriyê gelekî girîng e. Rêber Apo dibêje, 'Daxwaza min ji jinan ew e ku xwe bi her awayî perwerde bikin û zanebûna xwe ya cinsî kûr bikin.' Ev xalek pir girîng e ji bo me jinan. Rêber Apo dixwaze jin bi zanistê re bibe yek, bibe hêza pêşeng ya civakê."
Tok, anî ziman ku perwerdehî pir serkeftî derbas bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî me ev dewreya perwerdeyê gihîştiye encamek baş. Encama herî baş jî jin dikarin nêrînên xwe bi hêsanî bi lêv bikin. Baweriya jinan a nirxandinê çêbûye, hêza xwe ya bilêvkirinê pêş ketiye. Ev pir girîng e. Em serketinê ji we hemûyan re dixwazin."
Piştî axaftina Tok şagirtên Akademiyê yek bi yek bi kêfxweşiyek mezin bawernameyên xwe ji destê Fadîle Tok wergirtin.
Dewreya perwerdeyê bi dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bijî Yekîtiya Jinan" bi dawî bû.
DÎHA/MEXMÛR