Nexweşxaneya 46 sal berê hatibû çêkirin hemû amûrên wê hatin dizîn û baxçeyê wê jî ji aliyê bazarvanan ve hate dagirkirin. Nexweşxaneya hemû kalorîfer, lembe, der, cam û kabloyên ceyranê jê hatin kirin û hatin firotin şevê jî dibe meskenê tînercî û dizan. Welatiyên nêzî avahiya nexweşxaneyê dirûnin bi guman in.
'Nexweşxane dikare bê bikaranîn'
Welatiyê bi navê Mehmet Demîrkol ê ku li hemberî nexweşxaneyê esnafiyê dike û li taxa piştî nexweşxaneyê dirûne, bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Dewletê li aliyekî çêkir li aliyekî xerakir." Demîrkol, diyar kir ku nexweşxane 46 sal berê hate çêkirin lê gelek beşên nexweşxaneyê yên pêvek 5-6 sal berê hatin çêkirin. Demîrkol, anî ziman ku nexweşxane hêj nû ye û dikarî bê bikaranîn û wiha axivî: "Ev nexweşxane hêj saxlem e. Avahiya nexweşxaneyê ya 46 sal berê hatî çêkirin jî dikarîn hêj bê bikaranîn. Avahî dikarin weke nexweşxane, yurd, pansiyon an jî weke dibistanekê hatiba bikaranîn."
'Bi baceyên me hatin çêkirin'
Demîrkol, da zanîn ku piştî nexweşxane vala hate hiştin diz, tînercî û baliciyan ji xwe re kirin mesken. Demîrkol, bilêv kir ku amûrên nexweşxaneyê jî hemû ji aliyê dizan ve hatin firotin û wiha pê de çû: "Ev nexweşxane bi baceyên me hatin çêkirin. Li gel em li navenda navçeyê ne dîsa jî em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Di nava neşxaneyê de kî heye em nizanin. Dema şevê zarokên me li vir derbas dibin em bi guman dibin. Divê rayedar demildest dest bavêjin vê yekê. Qeymeqamê Kahtayê got ku avahî dewrî wan hatiya kirin û dê bikarbînin. Lê tu tişt tuneye."
DÎHA/SEMSUR