Hin caran hin tişt diqewimin ku meriv dibêje, ‘bêlome ma ev ji ku derket’. Ev demek e, li Başûrê Kurdistanê ji nişkê ve rojeveke ecêb û mirov matmayî bihêle, kete dawa jinan. Helbet divê bê gotin ne tenê dawa jinan, kete dawa beşekî zilaman jî. 4ê meha duwanzdehan ango vê mehê, li Başûrê Kurdistanê Encumena Bilind a Fetwayan a girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê, der barê jiyana rojane ya hemwelatiyan de, bi hinceta pêşîgirtina li bûyerên ne exlaqî parastina jinan bike, fetwayek da. Belê di vê serdemê de, mele li kêleka yasa û qanûnan bi fetwayekê mudaxeleyî jiyana hemwelatiyan, bi taybetî ya jinan dike.
8 xalên fetwaya meleyan wiha dibêje; nabe ku jin bi tena serê xwe bigere, derkeve derveyî bajêr û nabe ku li teksiyên ticarî siwar bibin. Li gorî fetwayê jin heke bi bav, hevjîn an jî birayê xwe re be dikare derkeve, her wiha heke bi jineke din re be jî dikare. Lê heke jin şifêra teksîyê be ew nikare zilamekî siwar bike. Lê heke jin ji nefsa xwe zahf bawer be, di rewşeke pir awarte de dikare li paşiya teksiyê siwar be. Heke jin an jî şifêrê erebê ji xwe bi guman be divê ew li teksiyê siwar nebe. Divê jin bi taybetî bi şev heke mahrema wê ne li ba wê be bi ti awayî li teksiyê siwar nebe. Divê jin bi tena serê xwe bi ti awayî bi şifêrekî re dernekeve derveyî bajêr. Herî dawî jî fetwa dibêje heke ev hemû pêkhatin û karekî ne exlaqî neqewimî, wê demê pereyê ku şifêr digre helal e.
Belê çarçoveya fetwaya ku derbarê jinan û ajokarên teksiyan de hate îlankirin bi vî rengî bû. Bi rastî jî her yek xaleke vê fetwayê dikare bi awayekî pir berfireh were guftûgokirin. Jixwe li Başûrê Kurdistanê jî rêxistinên jinan, çalakvanên mafên jinan, takekes û rewşenbîran li dijî vê fetwayê nerazîbûna xwe nîşan dan û bi beyannameyekê ji vê Encumena Bilind a Fetwayê, daxwaza vekişandina fetwayê û her wiha daweya lêborînê xwestin. Helbet divê bê gotin ku Encumenê, her du daxwaz jî qebûl nekir û israra xwe ya di fetwayê de nîşan da. Li ser vê yekê niha lidarxistina çalakiyeke girseyî di rojeva jinan de ye, helbet sendîkaya ajokarên teksiyan jî tê gotin ku wê beşdar bibin. Ji ber ku ajokarên taksiyan jî ji vê fetwayê nerazî ne û dibêjin me tevahî ajokaran weke êrişkar nîşan dide.
Min di nivîsa xwe ya berî vê de qala Tonî Morrîson kiribû. Morrîson nivîskareke jin a bi eslê xwe Emerîkiyeke Efrîkî ye. Morrîson digot; dagirker an jî serwer rojevê diyar dikin û yên li hemberî xwe bi tiştên gelekî piçûk ve mijûl dikin. Mînak dibêjin zimanê te nîne, tu 20 salan hewil didî isbat bikî zimanê te yê dayikê heye. Piştî vê ji nişkê ve dagirker dibêjin wêjeya we nîne an jî dîroka we nîne, vê carê jî tu hewil didî bi salan wêje û dîroka xwe isbat bikî. Yanî Morîson digot dagirker, serdest weke rêbazekê hewil didin bi rojeva ku ew diyar dikin ên din mijûl bikin. Ev diyardeya rast ku ji bo dagirker û serweran bi vî rengî ye, bi rastî jî weke ku di vê bûyerê de jî em dibînin di meseleya azadiya jinê de jî bi heman awayî ye. Jixwe di cewhera xwe de heke serwerî an jî mêtîngeriya yekem li ser jinê hatibe avakirin, zihniyeta serwerî û dagirkeriyê jî li ser vê mêtîngeriya jinê pêk hatiye. Yanî zihniyeta baviksalarî jî bi avakirina rojevê hewil dide tevgera jinê ya azadîxwaz bi hin tiştên ku ew diyar dikin mijûl bikin. Ev nimûne jî isbata vê ye ku em jî naçar dimînin bê li ser vê rojevê binivîsînin.
Zihniyeta baviksalarî û saziya Encumena Bilind a Fetwayê ku saziyek ji saziyên vê zihniyetê ye, bi vê fetwayê hewil dide qada jiyanê ya ku jinan bi zor û heft belayan ew hinekî berfireh kirine ku hîna jî ev yek ne ji bo jinan hemûyan e, teng bike. Dîsa ew di nav çar dîwarên malê de, li derdora çend mahreman de asê bike. Ku jinan bi têkoşana xwe ev merhale heta astekê derbas kiribûn. Lê li şûna ku pêngaveke din ber bi pêş ve biavêjin, bi vê hêza olî ku li ser civakê karîger e, jin naçar dimînin hewil bidin bê ew pêngava derbas kirine careke din lê vegerin.
Di vê serdemê de ku him di sengerên şer de, him di qada dîplomasiyê de, him di hunera xwerêvebirinê de, him jî di avakirina hêviya gelan de dinya şahidiya têkoşana jinên Kurd dike, ji hêla dezgeheke zihniyeta baviksalarî de paşvebirina rojeva jinan, bi taybetî paşdebirina rojeva jinên Kurd ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber ku rojev ji hêla jinên Kurd ve tê diyarkirin ku ew jî gav bi gav ber bi azadiyê ve çûyîne.