Salih Shetty da zanîn ku her roj gelek penaber di şert û mercên giran de ji bo xwe bigihînin welatên endamên Yekitiya Ewropayê jiyana xwe dixin xeteriyê û ji bo Merkel got, “Merkel, mîna ku ev hemû, welatê wê eleqedar nake tevdigere.”
Shetty diyar kir ku Almanya û hin welatên YE di mijara pirsgirêkên ji ber koçberiyê de welatên Derya Spî yên mîna Yewnanîstan û Îtalya tenê hiştine û got, “Polîtîkaya penaberiyê ya YE bi temamî neserketî ye.”
Sekreterê Giştî yê Amnesty International da xuyakirin ku YE li dijî penaberan hewl dide sînorên xwe biparêze û rexne li Yekitiyê kir ku ji bo parastina mafên mirovan nakeve nava hewldanan. Salih Shetty ji Yekitiya Ewropayê xwest ku penaberên di dema pêş de werin, bi awayekî wekhev li welatên endam belav bike û xwest dozên takekesan bi baldarî werin lêkolînkirin.
Li dij binpêkirina mafan tevbigerin
Shetty ji Almanyayê xwest ku ji ber giraniya xwe di nava Yekitiya Ewropayê de roleke cidî bileyze û destnîşan kir ku divê Almanya li gel alîkariya malî ya ji bo welatên Afrîkayê, di mijara binpêkirina mafên mirovan de jî zextan bike.” Shetty got Almanya li pêşberî mafên mirovan bi xemsarî tevdigere. Shetty da zanîn ku di hevdîtina li gel Angela Merkel de serokwezîra Alman soz daye wî ku wê di Civîna Bilind a YE-Afrîkayê de di mijara mafên mirovan ê gerdûnî de gotinên zelal bikar bîne.
BERLÎN