Meşa Amarayê ku TUHA-FED'ê bi minasebeta pîrozkirina 4'ê Nîsanê 63'emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin,  ji ber qedexeya hikûmeta AKP´ê rastî astengiyên mezin hat. Hemû rêyên diçin Riha, Pirsûs, Elîgor, Bîrecîk, Xalfetî û navçeyên din ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin girtin û nasname hatin kontrolkirin. Bi dihan kes hatin binçavkirin û bi dehan maşîne ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin desteserkirin. Hate zanin ku zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin.

Li Elîgor û Pirsûsê rewşa awarte
Bi taybetî li navçeya Pirsûsê u bajaroka Elîgor ku her sal bi hezaran kes li wir kom bide û Meşa Amarayê pêk tîne îsal ji aliyê leşker û polîsan ve bi wesaîtên zirxî û panzeran hate dorpêçkirin û rewşa awarte hate îlankirin. Avahiyên BDP'ê jî ji aliyê polisan ve hate dorpêçkirin.
Li navçeya Pirsûsê jî ji ber ku ketin û derketin ji aliyê polisan ve hate qedexekirin ciwanan çalakî lidarxist û di navbera polîs û ciwanan de şer derket. 
Wesaîta Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Hevseroka BDP'ê Zumrut û heyeta pêre ji bo Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş pêşwazî bikin li Sanayiya Organizeyê hate rawestandin û bi hinceta Tupê Şewatê tune hate desteserkirin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Endamên Desteya Koordinasyona KCD'ê û parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata, Demîr Çelîk, Ozdal Uçer, Sebahat Tuncel, Halîl Aksoy, Hasîp Kaplan, Nazmî Gur, Serokê Şaxa Tum Bel Sen'ê Medeni Alpkaya bi karwaneke wesaîtan derbasî navçeya Pirsûsê bûn.

Demîrtaş: Pêkanînên 12´ê Îlonê dewam dikin

Demîrtaş, Tugluk û wekîlên BDP'ê hatin Pirsusê û li avahiya BDP'ê civînek li dar xistin û pişt re daxuyanî dan çapemeniyê. Demîrtaş, diyar kir ku welatiyên ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo bên Amarayê bi rê ketin ji ber qedexeya Wezîrê Karên Hundir hatin astengkirin û wiha got: "Li Enqere Kenan Evren tê darizandin. Lê li vir ji faşîzma 12'ê Îlonê xerabtir pêkanîn hene. Ev biryar ji aliyê Wezîrê karên hundir ve bi keyfî hate girtin. Her çend gel neçû Amarayê jî hemû kesan di dilê xwe de rojbûn pîroz kir û dê heta 8'ê nîsanê pîrozbahî berdewam bikin. Em ê wekî wekîlên gel biçin Amarayê û li ser navê gel rojbûna Ocalan pîroz bikin."
Piştî daxuyaniyê heyetê bi karwanekê wesaîtan ber bi gundê Amarayê ve bi rê ket.

 Amarayê dorpêç kirin
Li Amarayê rewşa awaret hebû û leşkeran gund dorpêç kir. Li ser rêya gun li gelek deran nasname hatin kontrolkirin û lêgerîn pêk hat. Helîkopter jî li ser gund geriya. Leşkeran destûr neda gundî derbikevin derve û bêdengî li gund hebû. Polîsan li ser mîneraya mizgeftê qemera kişand. Heyeta BDP'ê li gund çû serdana mala ku Ocalan lê hatiye dinê. Heyetê ji aliyê Mehmet Ocalan, Fatma Ocalan û xizmên wî ve hatin pêşwazîkirin. Di axaftinan de xizmên Ocalan bal kişandin ser tecrîdê.

Divê Ocalan azad bibe

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku ev 8 meh in nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û weha got:"Parêzer jî nikarin hevdîtinê bikin. Ev yek di kîjan zagonê de heye? Her sal bi deh hezaran kes tê vir. Par 60 hezar însan hatin vir, lê ti alozî derneket. Ev yek ti fêde nade Tirkiyeyê. Min 12'ê îlonê dît lê di 12'ê Îlonê tiştekî wisa tunebû. Ez vê yekê şermezar dikim."
Fatma Ocalan jî wiha got: "Neheqî li kurdan dikin. Êdî bes e. Bila aştî bê."
Pişt re nûnerên BDP, DTK û TUHAD-FED'ê ji gund veqetiyan. 

DÎHA/RIHA