Pêr li Amedê bi tevlîbûna wêjehezan çalakiya xwendina helbestan pêk hat.  Di şevê de Peter Balakian bi Îngîlîzî helbestên xwe xwendin. Kawa Nemir jî helbest wergerandin Kurdî û Tirkî.  Kawa Nemir têkildarî çalakiyê got: "Çendî xweşe ku mirov li kêleka helbestkarekî gewre yê wek Peter Balakian be."

Pîrika wî ji komelkujiya sala 1915’an a hatî serê Ermenan reviyaye, di nava çol û beyabanan re berê xwe daye Helebê. Bi vî awayî ji mirinê filitiye, ji wir jî xwe gihandiye Emerîkayê. Balakian jî dibêje, “Ji aliyê hezkirina xwe ya bo nivîsînê ve ez deyndarê çîrokbêjî û dîdembêjiya pîrika xwe me.” Serpêhatiya Nafînaya pîrika wî ya ku keça malbatên Amedî yên bi navê Şekerlemeciyan û Arûsiyan e kar tê kiriye. Pariyekî jî ji ber vê hindê, wî pirtûka xwe ya navdar a bi navê Kûçikê Reş ê Qederê (Black Dog of Fate) nivîsiye, ku ev pirtûk bo zimanên biyanî hatiye wergerandin. 


Pirtûkên Balakian

Pirtûkên  Peter Balakian yên Helbestan: Bavê Çavmasî (1979), Rojên Kovanbar ên Ronahiyê (1983), Bersiv Ji Dûrgeha Xalî (1988), Strîmişka yê Boyaxkar (1996), Dara Pûşperê: Helbestên Nû û yên Bijartî, 1974-2000 (2001), Zîgûrat (2010)

Pexşan: Zeviyên Dûr ên Theodore Roethke (1989), Kûçikê Reş ê Qederê, Jînenîgarî-Bîrhatî (1997) (Ji aliyê Artem Harûtyûnyan ve bo Ermenkî hatiye wergerandin, 2002), Dîcleya Ku Dişewite: Rehqelana Ermenan û Berteka Emerîkayê (2003) Golgotaya Ermenan (2009), Derenceya Pêçokî û Sî: Bend Li Ser Aşopa Lîrîk, Hunera Helbestê, Huner û Çandê (2015). 


 AMED