Li Amed û Dîlokê qira siyasî
Li Amed û Dîlokê di qada siyasî de êrişên bi armanca qirkirinê hatin kirin û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û Hayriye Demîr a 70 salî jî di nav de gelek kes xistin nezaretxaneyê.
Polîsan dewleta Tirk a dagirker doh di destê sibehê, li navend û navçeyên Amedê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerînên di malan de hat kirin, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Med (MED TUHAD-FED) Elîf Haran, Endama Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Rabîa Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Guler, Hevseroka berê ya HDP’ê Yenîşehîrê Demet Ozkaran, Fîgen Ektî, Ronda Bat, Rozerîn Çatak, Emîne Kaya, Dîlan Yakût, jineke paşnavê wê Guneş jî di nav de gelek jin xistin nezaretxaneyê.
Polîsan bi ser malên rêvebera TUAY-DER’ê Bahar Akyapi û Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatûn Yildiz de jî girtin, lê ji ber ku ne li malên xwe bûn, nehatin girtin.
Li Dîlokê jî Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Mûsa Aydin, hevserokên HDP’ê yên Şahînbey û Şehîtkamîl, Hevserokê DBP’ê yê Dîlokê Mehmet Vûral, 2 muxtarên taxan û parêzerek jî di nav de bi giştî 33 kes xistin nezaretxaneyê.
Di serdegirtinê de deriyên malan hatin şikandin.