Bajarê Amedê jî di aliyê cil û bergan de xwedî taybetmendiyek xweser e. Amed bi qasî warê xwe yê dîrokî bi cil û bergên xwe jî xweser e. Di salên dawî de piştî hêzên kapîtalist tekstîla cil û bergan pêş xistin, cil û bergên herêmî jî yek bi yek tune bû û şopa wan winda dibe. 
Komên govendan yên navendên çandê, cilên herêmî li xwe dikin. Yek ji van navendan Navenda Çandê ya Cegerxwîne. Koma Govendê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn di dema liyîstina lîstikan de cilên herêmî yên Amedê li xwe dikin. Her çend Navenda Çandê ya Cegerxwîn hewildaye ku cil û bergên gelerî yên Amedê kom bike jî, lê nekariye hemû parçeyên çandên li Amedê hatine lixwekirin kom bike. Ji ber ku gelek cureyên cil û bergên herêma Amedê winda bûne, niha Navenda Çandê ya Cegerxwîn tenê cureyek ji cilên herêmî yên Amedê di lîstikên govendê de li xwe dikin.

Cil û bergên Amedê ji dehan reng û perçeyan pêk tê. Cilê ku niha hatiye parastin ji van perçeyan pêk tê: 

Cilên Jinan: Derpî, desmala piştê, kitan (5 metreye û di bin kofiyê de tê li xwe kirin), kofî (heftrenge û bi dest tê çêkirin. Taybetmendiya xwe jî ji hefrengê asîman digre) qotik (piranî bi zivistanê tê li xwe kirin), kiras û sol. 

Cilên mêran: Gumlek (heftrenge û ji qumaşê îpek tê çêkirin), êlek (di heman demê de êlekê 40 bijkoş jî tê li xwe kirin), şal (delingên şal re dibêjin siwarî, ji bo bi rihetî li hespan siwar bibin fireh tê hêlan), desmala piştê (jêre dibêjin kuşaxa eceman bi dest tê çêkirin), kum ( ji kulav û desmalê pêktê), nivişt û himail (ji ber di şeran de bên parastin niviştan bi mil û stuyê xwe ve dikin), demjimêra bi zincî (hinek diavêjin stuyê xwe û hinek jî bi aliyekê xwe ve didaliqînin) û sol. Mamostayê Koma Govendê ya Navenda Çanda Cegerxwîn Îsmaîl Altog têkildarî cilên Kurdî diyar kir ku cil û bergên jin û zilaman bi desen, fesal û modela xwe hev temam dikin. Altog, da zanîn ku kofiya heftreng û gomlekê heftreng hevdû temam dikin û cilên jinan pir bi gul û rengînin. Altog, wiha axivî: „Ev jî tê wateya ku jin taybetmendiyên xwe ji xwezayê digre. Em nikarin jin û xwezayê ji hev cuda bikin. Her çend jin hatibe bindest kirin jî hîn nîşaneyên xwezayê bi xwere hildigrin.“  


 DÎHA/AMED