Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî anî ziman ku welatiyên esîl ên ser vê axê bi dîrok, çand û nirxên xwe re tên cem hev û ev yek kêfxweşiyê dide wan.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî anî ziman ku li Tirkiyeyê Kurd û elewî tên înkarkirin û tê xwestin ku wan tune bikin. Kişanak, anî ziman ku ew têkoşîna hebûna çanda elewiyan û hebûna Kurdan dimeşînin. Merasim bi muzîk, sema û aşûreyê bi dawî bû.
DÎHA/AMED