Koroya Gel ku salek berê hat avakirin, kesên xwedî tecrûbeyek mûzîkê cihê xwe digirin. Koro bi zimanên Kurdî, Hemşînî, Ermenî û hwd ku di bin polîtîkayên tunebûnê de ne stranan dibêjin. Ji ber koro bi pirzimanî stranan dibêje, gelek kesên nasnameya wan cuda jî di bin baneyê korê de hatin cem hev û di koroyê de cih digirin. Yek ji van kesan Kubra Kirimli ya Giresûnê ye. Piştî ku Kirimli zanîngeh qezenç kir, ji bo Kurdan baş nasbike biryar da li Amedê bixwîne. Kirimli li zanîngeha Dîcleyê beşê Zanînên Siyasî û ewlehiya raya giştî qezenç kir û ji bo xwendinê hat Amedê. Piştî ku Kirimli gelê Amedê nas kir, ji bo baştir çanda Kurdan nas bike serlêdana Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê kir.
Danasîna çanda Kurdî
Kirimli diyar kir ku wê xwest li herêma Kurdistanê bixwîne û herêma Kurdistanê nas bike. Kirimli destnîşan kir ku wê berê tekoşîna Kurdan nas kiriye lê li Amedê baştir naskir û jiyana gelê Amedê ya rojane şopand. Kirimli da zanîn ku dema wê li Amedê dest bi zanîngehê kir, gelê Amedê naskir û wiha axivî: "Siyaset, çand û jiyan li vir pir cuda ye. Bi awayek mozaik û gelên cuda hevdû di pejirînin."
Kirimli da zanîn ku ew ji muzîkê hez dike û ji beriya niha jî dinava hevalên xwe de stran digot. Kirimli tevlêbûna xwe ya nava koro wiha bilêv kir: "Ez hatim Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê. Min perwedekirina şagirtan û xwedîkirina çanda Kurdî pir baş dît. Min xwest xwe pêş bixim û heman demê de çanda gelê Kurd nazbikim."
Mozaîkbhuna hunerê
Kirimli, daxuyand ku di meha sibatê de li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firat ê dest bi xebatan kir û di destpêkê de stranên bi Kurdî gotin û pişt re jî zimanên cuda hilbijartin. Kirimli da zanîn ku bi pir zimanî stran gotin pir baş e û wiha berdewam kir: "Ji ber ku huner xizmeta hemû civakê dike. Mozaikbûna hunerê dibe sedama hevdû naskirina civakan. Perwerdekirina şagirtan bi zimanên cuda, dibe sedem ku ew kes di pêşerojê de li hember gelê din bi rêz be. Dijiminahiyê bi gelên din re nake û bikaribe bi gelên din re bijî."
DÎHA/AMED