Li Amedê li gel qedexekirina Newrozê û barîkatên polîsan bi sed hezaran kes li Qada Newrozê kom bûn. Li qadê bi sed hezaran kes ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sloganên "Ji Ocalan re azadî" berz dikin û herîkîn qadê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demîrtaş û wekîlên BDP'ê jî barîkata polîsan derbaskirin û ber bi Qada Newrozê ve meşiyan.100 hezaran kesên ku barîkatên polîsan şikênandin piştî ketin qadê polîs jî ji neçariyê xwe paşve kişand û ev bû sedema şîroveyên "Fermana polîs bila biçin qereqolên xwe ji aliyê gel ve xist jiyanê."
Pîrozbahiya Newroza Amedê ligel astengî û qedexeyan duh serê sibê zû dest pê kir. Li gel ku Wezîrê Karên Hundir giştîname ji hemû bajaran re şand û ferman da walî û midûriyeta polîsan, bi 100 hezaran welatiyên ku duh serê sibê xwe li malên xwe bi cil û bergên xwe û regên kesk, sor û zer xemilandin, derketin kolanan û kom bi kom, ref bi ref ber bi qada Newrozê ve dest bi meşêkirin. Li Amedê ku rojek geş heye û li navçeyên Rezan, Peyas, Sûr û Yenîşehîrê,  bi hezaran welatiyên ku lihev kom bûn, bi pankartên "Newroz pîroz be" vekirin û ber bi qadê ve herikin. Ji 7 salî heta 70 salî welatiyên ku li hev kom bûn, bi cilên xwe yên rengîn kolan zindî kirin û xemilandin. Welatiyên ku li taxan otobus, traktor, kamyon, texsî, bîsikletan suyar bû dest bi meşê kirin. Li semta Ofisê û hemû semtên din esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Hemû welatiyên ku dikanên xwe venekirin ber bi Qada Newrozê ve meşiyan. 100 hezaran kesên ku barîkatên polîsan şikênandin piştî ketin qadê polîs jî ji neçariyê xwe paşve kişand.


Li qada Newrozê barîkat 
Li dervê bajar jî polîsan rê li trafîkê girt û barîkat danîn. Polîsan bi panzêr û maşîneyên zirxî barîkat li ser rêyên ku diçin qada Newrozê danîn û tedbîr girtin. Li gel barîkatên polîsan girsê bê navber dirûşmeyên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz zirin. Di meşa bi hezaran kesan de li hin cihan di navbera girsê û polîsan de alozî derket. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Peyasê kom bû, rastî mudaxaleya polîsan hat, lê girsê dîsa meşiyan. Li navçeya Farqînê ya Amedê jî welatî li Kolana Diyarbakirê hatin cem hev û berê xwedan Amedê û welatiyên Farqînê bi 150 wesayîtan tevli Newroza Amedê bûn. Li navçeyên Pîran, Çinar, Çêrmîk û Hezroyê jî bi hezaran welatî jî herîkin qada Newrozê.
Di ketina Amedê li rexê Petrola Sabrî de bi hezaran welatiyên ji Êlih, Bîsmîl, Sêrt hatin rastî astengiyên polîsan hatin. Bi sedan maşîneyên ku ji derve hatin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan maşîne rawestandin û cezayê pereyan li maşîneyan birîn. Bi hezaran girseyê ku xwest bimeşe rastî mudaxaleya polîsan hat. Piştî polîsan mudaxale kir, di navbera polîs û girsê de pevçûn derket û girsê jî bi keviran bersîv da. 30 maşîneyên ji navçeya Lîceyê hatin, di rêdê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan nasnameyên welatiyan yek bi yek lêgerîn kir û pişt re cezayê pereyan li maşîneyan birî. Li qada Yeni Halê jî girsê barîkatên polîsan şikandin û berê xwe dan qadê.  Girseya ki li hev kom bû, alên PKK, KCK'ê û Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin meşiyan. Girsê di meşê de pankartên "Newroza te pîroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e"  meşiyan.

AMED