Resepsiyon li Salona Sumer Parkê bi tevlîbûna parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, namzetên BDP’ê yê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Peyasê Fatma Arşîmet û Mehmet Alî Aydin, nûnerên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Weqfa Mezopotamyayê, Nûnerê Dêra Dayika Meryem a Amedê Mehmet Guvener, nûnerê civaka Suryaniyan Yûsûf Akbûlût, nûnerê cemata Ermenî Gaffûr Aktaş û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat.


Otoasîmilasyon xetere ye

Serokê KURDÎ-DER’ê Sebahattîn Gultekîn vekirina resepsiyonê kir û diyar kir ku pirsgirêka bingehîn oto asîmîlasyon e û got, “Du şêweyên asîmîlasyonê hene, ya yekemîn asîmîlasyona ziman û neteweya serdest ferz dike. Ferzkirineke bi vî rengî zimanê dayikê bêwate dihêle. Piştî vê nuqteyê asîmîlasyona duyemîn dikeve dewrê, kes xwe bi xwe asîmîle dike, yanî oto asîmîlasyon. Pirsgirêka bingehîn jî eve. Yekane rêya rizgarkirina zimanê dayikê, li her qada jiyanê bikaranîna zimanê dayikê ye.”

Pêşî zimanê dayikê tê
Endam Meclîsa Dayikên Aştiyê Gûrbet Eryilmaz da xuyakirin ku sedema yekane ya hebûna zimanê dayikê dayik bi xwe ne û got, “Heta roja îro ji bilî Kurdî min ti ziman bikar neanî. Dema li dibistanê mamoste, li nexweşxaneyê doktor ji min re tu çima bi Tirkî neaxive, min jê re got, ‘ez bi zimanê xwe serbilind im’. Ji vê derê bang li hemû dayikan dikim, zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin.”

Gulîstana rengîn geş bikin
Endamê Egîtîm-Senê Mehmet Atlihan jî ji ber ku bi rewşa mamosteyê ew bûne hevparê asîmîlasyonê lêborîn xwest û destnîşan kir ku astengkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer da zanîn ku divê hemû ziman bên parastin û got, “Eger her kes bi tenê zimanê xwe biparêze, wê ev têkoşîn negihêje armanca xwe. Ya girîng, ji bo hemû çand û zimanan têkoşîn bê dayîn. Her çand rengeke, her ziman guleke û hemû ziman û çand jî gulîstaneke.”

31´ê Adarê dê rewş cûda be
Ermenî û Suryaniyên beşdarî resepsiyonê bûn jî axaftinên xwe bi zimanên xwe yên dayikê kirin û anî ziman ku mafê her kesên li Tirkiyeyê dijîn e ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Axaftvanan xwestin, ji bo jîndarkirina zimanê gelan, derfet bên afirandin. Dûre namzetê BDP’ê yê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli peyivî. Anli destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 30’ê Adarê Kurdî wê li hemû qadên jiyanê bibe zimanê fermî. Resepsiyon piştî axaftinan bi dawî bû.

DÎHA/AMED