Kedkarê Konservatuara Aram Tîgran, Şêrko Kanîwar diyar kir ku Rojên Hunerê yên ev çar sal in li dawiya salê pêk tên, îsal bi hevkariya Akademiya Cegerxwîn dê werin lidarxistin.



Koroya ji 150 zarok pêk tê

Kanîwar li ser bernameya rojên hunerê ev agahî dan: “Berhemên xwendekarên me ku ev sê çar sal in di bin banê konservatuara me de, di baskên cihê yên hunerê de perwerde bûne dê 28-30’ê Hezîranê di bin navê Rojên Hunerê de ku îsal dê bi hevkariya Konservatuara Aram Tîgran û Akadamiya Cegerxwîn pêk were, xwe bigihînin gel. Roja yekemîn a bernameyê bi giştî me ji bo çalakiyên zarokan veqetand. Ji bo vê jî peşî berhemên ku xwendekarên Aram Tîgranê ku di atolyeyên şêwe û sêwirîn de derketine holê wê werin pêşandan. Piştî pêşangehê bi du orkestrayan ya destpêkê Orkestraya Rîtma Xweristê ku ji 150 zarokî pêk tê û ya din jî bi 20 deqeyan jî Orkestraya Aram Tîgran a Zarokan a ku ji 110 zarok, piyano, keman, tembûr û rîtmê pêk tê, dê hunera xwe pêşkêş bikin. Dîsa di 28’ê mehê de pêşangeha bi navê xêz û pirsek a xwendekarên şêwekariyê yên Aram Tîgran û Akademiya Cegerxwînê li hola pêşangehê ya Akademiya Cegerxwînê wê xwe bigihîne şêwekarhezan. Piştî van pêşangehan yekeya me ya lîstikên gel dê performansa xwe nîşan bide. Di 30’ê mehê de jî em ê konsera xwe ya fînalê li dar bixin.”



Di konsera fînalê de sê performansên cuda

Kanîwar diyar ki ku di konsera fînalê de, ku wê li Akadamiya Cegerxwînê pêk were,  sê performansên cihê wê werin nîşandan û weha dewam kir: “Ya pêşî dê performana orkestraya jinan be. Îsal di bin banê akademiyan de cara pêşî xebatên orkestraya jinê pêk hat. Ev orkestraya ku ji 34 kesan pêk tê, dê pratîkên xwe yên giranbûha û resen di rojên hunerê de nîşan bide. Her endama orkestraya jinê di heman demê de endama orkestraya giştî ye. Ya duyemîn, dê 7 deqeyan performansa defê were nîşandan ku ev 8 meh in li atolyeya defê ya li Aram Tîgranê li ser dihate xebitîn. Ya sêyemîn jî mêvanê rûmetê û orkestraya Akademiya Cegerxwîn e.”

 

Mêvanên rûmetê

Di dirêjiya axaftina xwe de Kanîwar ev agahî parve kirin: “Di nav çarçoveya Rojên Hunerê de, wekî beşa muzîkê her sal me wekî mêvanê rûmetê bang li hunermendekî dikir ku di muzîka Kurdî de xwedî ked e. Mînak salên berê Tara Jaff, Egîdê Cimo, Ayfer Duzdaş û Mîkaîl Aslan mêvanên me yên rûmetê bûn. Îsal jî ji bo xwedîderketina li berxwedana Cizîrê û bi armanca bibîranîna kesên ku di vê rêyê de şehîd bûne em ê dengbêjên Cizîrê bikin mêvanê xwe. Herî dawî orkestraya akademiyê bi kadroyeke 65 kesî dê  bi xwendina  newayên xwe performansê nîşan bidin.” 


MELEK YUKSEL / ANF / AMED