Danê sibê, semînera "Nêrînek li Dîroka Şanoya Kurdistanê û Arasteyên Nû li Şanoya Rojhilat" ji aliyê Xusro Sine ve hat pêşkêşkirin. Piştî nîvrojê jî şanoya "Siltanê Fîlan" ku ji aliyê Şanoya Bajar ya Êlihê ve hat amedekirin, hat pêşandan. Evarê jî şanoya "Çirîkê Waran" ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Kirmanşanê ve hatî amedekirin, hat pêşandan. Herçî îro ye jî di bernameya festîvalê de  semînerekê û du şanoyan wê dewam bike. 

Li gorî bernameyê semînera, "Di dîroka şanoya kurdî de berhem û kelepora wêjeyî" wê ji aliyê Çetoyê Zêdo saet 12:00'an li Şanoya Bajêr a Amedê bê pêşkêşkirin. Şanoya "Xaw Eray Zemîn" wê saet 15:00'an li Şanoya Bajêr a Amedê bê pêşandan. Şanoya "Bijîşkê Hêja" jî wê saet 19:00'an li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bê pêşandan. 


 AMED