Pisporên dîroka Romaya Rojhilat û Bîzansê beriya 8-9 mehan dan diyarkirin ku dibe li herêmê di encama xebatê de li bajêr amfîtiyatro bê dîtin, û Şaredarî, Parêzgerî û Midûriyeta Mûzexaneyê agahdar kir.
Hate ragihandin ku rayedarên Şaredarî û Parêzgeriyê ji bo keşfê li hev civiyane û gotûbêj li ser keşîfa ku nû hate dîtin kirine. Hîna jî encamên wê nehatine aşkerekirin, lê li gorî analîzan, ji sedî 90’ê tê diyarkirin ku li Amedê amfîtiyatro hatiye dîtin. Pispora/ê koma ku vekolînê pêk tîne diyar kir ku ev keşf ji bo Amedê veditîna sedsalê ya herî mezin e.
Îperatorên Roma-Bîzansê bi qasî 400 salan li ser Amedê bûn desthilat, lê heta niha li der dora Amedê bermayên bi qîmet yên Roma-Bîzansê nehantine dîtin. Lê li ser aliyê sûrê yê Deriyê Çiyê, hin pirtûkê Romayê yên bi tîpên latînî û 4 jî yên Bîzansan hatine dîtin. Di nava van pirtûkan de navên rêveberên îperatorê yên weke Valentnîanus, Theodoros û Garntîanus hene.
Li derdora Amedê bi awayeke pir kêm bermayên serdema Roma û Bîzansê têne peydakirin. Ji ber ku di wê demê de her tim li derdora Amedê di navbera Bîzans û Persan de şerên dijwar çêdibûn û alîgorî pêk dihatin. Di her carekê de li rastî talanê dihat.
Li Amedê tiştên herî bi qîmet ên ji wê rojê mane Sûrên Amedê ne û ya din jî Dêra Dayika Meryemê ye. Ji ber wê jî vedîtina amfitiyatroyekê ji binê erdê, ji bo dîroka Amedê keşifeke pir mezin e.
TAYLAN ESMER - ANF- AMED