Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş têkildarî kursên xwe got, ew ê dersên Soranî û Kirmanckî jî bidin dest pê kirin.. Wê xwest xelk miracaetî kursên wan bike da ku bi bi zimanê xwe bixwîne, biaxive û binivisîne.
Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş, li ser kursên li komeleya xwe, got ji meha Îlonê ve wan dest bi dersên Kurmancî kiriye û got, “Ev sê meh in dersên me dest pê kirine. Niha 14 polên me hene. Di her polekî me de herî kêm 15 xwendekar hene, carinan dibin 20-25 kes jî. Astên kursên me yên Kurmancî ji destpêkê heta asta mamostetiyê hene û didomin.”
Karakaş, da zanîn ku wê bi şêwezarê Soranî jî ew ê kursa vekin û têkildarî kursên wan ên Kirmanckî û Soranî wiha axivî: “Em ê roja şemiyê û yekşemê asta destpêkê ya Zazakî (Kirmanckî) vekin. Asta sêyemîn jî niha vekiriye. Ji xeynî wê jî em ê astê destpêkê û yekemîn ên Soranî jî bidin destpekirin.”
Karakaş, destnîşan kir ku ji bo kursên Kirimanckî miracaet kêm in û wiha dewam kir: “Em ji gelê me yê Zaza û Kurmanc dixwazin ku elaqeyê nîşanî şêwezarê me yê Zazakî bidin. Em di nava salê de poleke zazakî vedikin ew jî mixabin, 15 xwendekar hene.” Karakaş, diyar kir ku ji bo kursa zaravayê Soranî jî heta niha 15 kesan miracaet kiriye û elaqeyeke baş tê nîşandan.”
14 mamoste û 280 şagirt
Karakaş, anî ziman ku niha 14 mamosteyên wan dersan didin û got, “8 mamoste jî pola mamostetiyê de ne. Kursiyerên ku heta niha miracaet kirî û dikevin dersê jî 280 ne. Ji ber ku hevalên biyanî jî elaqeyê nîşanî kursên me didin, em kursan hinekî dirêj dikin. Kursa destpêkê 4 meh, asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn sê meh û asta mamostetiyê jî neh mehan dewam dike. Ji bo her astê jî em sertîfîka didin.”
Xwendeyên Kurdî pirr kêm in
Karakaş, bal bire ser lêkolîna Kurdî ya ku ji aliyê Navênda Lêkolînê ya Rawestê ve hatibû kirin û got: “Di lêkolînê de 18 ji sedê mirovan li vir hem diaxivin, hem dinivîsin û hem jî dixwîninin. Mixabin ev hejmareke pirr pirr kêm e. Armanca me jî ew e ku em vê axaftin, nivîsîn û xwendinê hînî xwendekarên xwe bikin.”
Karakaş, qala bişaftina zimanî ya li dijî miletê Kurd jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî “Bişaftineke pirr dijwar li ser zimanê me ferz dikin. Divê gelê me vê xeterê bibîne. Ji ber ku miletek bi zimanê xwe heye û bi zimanê xwe tê nasîn. Zimanê me nasname û hebûna me ye. Em bîrewerê vê bin û li gorî vê rabin û rûnin. Divê xelk miracaetî kursên me bike. Em bang li gelê xwe dikin ku bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivîsin.”
MA/AMED