Di tûrnûvaya îsal de ciwanên li Malên Piştgiriya Perwerdeyê yên Şaredariyên Sûr û Peyasê perwerdeyê dibînin, beşdar bûn. 333 ciwan, bi 20 tîmên jinan û 17 tîmên mêran cihê xwe di tûrnûvaya îsal de girtin. Maça fînalê ya tûrnûvaya pênc rojan dewam kir, li Salona Girtî ya Sporê ya Navenda Sporê ya Amedê a Şaredariya Peyasê hat lîstin. Di merasîma girtinê ya tûrnûvayê de Cîgirê Serokê Şaredariya Peyasê Mahmût Dag, Alîkarên Şaredar Aynûr Yilmaz û Îhsan Avci, endamên meclîsê, Mudurê Karên Civakî û Çandî Îsmaîl Kardeş û malbatên ciwanên beşdarî tûrnûvayê bûn amade bûn.


Spor heskirin e

Cîgirê Şaredar Mahmût Dag piştî maça fînalê axivî û got, "Ev çalakiya me ji qezenç û windakiriyan wêdetir tê wateya li hev kom bûn, hezkirin û pêşxistina çanda piştevaniyê. Ji ber serketina ciwanên me yên li Malên Piştgiriya Perwerdeyê perwerdeyê dibînin, em serbilind in.

Xelat wergirtin

Ji bo sportvanê Kayapinar Belediyesporê Yeter Aslan ê ku di Şampiyona Atletîzmê ya Tirkiyeyê ya Stêrkan a 18-19'ê Çileyê li Stenbolê hat lidarxistin de, di meşa ferdî ya biçûkê 16 saliyan de rekoka Tirkiyeyê şikand û bû yekemîn, û sportvanên din ên di heman pêşbaziyê de ketin dereceyê, Cîgrê Şaredar Mahmût Dag zêr û alavên sporê weke diyarî da wan. Yeter Aslan 2 hezar metre bi 9.23 deqeyan meşiya û bi vî rengî rekora Tirkiyeyê ya 9.45 deqeyan şikand. Di heman pêşbirkê de Ayşe Tekdal di kategoriya stêrkan de bû sêyemîn a Tirkiyeyê, di beşa mêran de Şêxmûs Alpkaya bû duyemînê Tirkiyeyê.

DÎHA/AMED