Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de, dê pirs û pirsyarên wekî; wêje di roja îroyîn de dikare ji bo çi bibe derman, dikare kîjan deriyên hêvîyê veke, di lêgerîna ji bo edaletê de dikare bestên çawa bide bên nîqaşkirin. Mêvanê rûmetê yê bernameyê yê îsal, helbestvan Berken Bereh e.

Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku ji aliyê Weşanên Lîs û Navenda Huner a Amedê (DSM) ve di 11-21ê Cotmeha 2018’an de bên lidarxistin, diyar bû. Bernameya Rojên Wêjeyê yên Amedê ya 2018’an, bi hevkarîya Weşanên Aras, Klûba Xwendinê ya Amedê, Weşanên Ayrinti, Weşanên Istos, Kovara Ewro, Kovara Dilop, Weşana Hîva, Weşana Morî, KurdîLit, Şanoya Bajêr ya Amedê û bi tevkarîya Weqfa Hrant Dink, Sazîya Sanayî û Bazirganîyê ya Amedê, Sazîya Avahîsazan a Amedê (TMMOB), Şaxa Yekem a Eğitim-Senê, Kastal Cafe, Tov Sanat Evi ya Batmanê û Leylan Kafe Kitap a Mêrdînê tê lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyan de, ji rojnameya Rya Teze a bi Kurdî ku ji demeke dirêj ve ye û hê jî li Yêrevanê der diçe, şair Mirazê Cemal, wekî mêvanê şeva destpêkê bê Amedê. Bername ji Amed û bajarên derûdorê, ji Tirkiye, Ermenistan û Ewrûpayê nivîskar, wergêr û şairan bigihîjîne xwîneran. Beşek ji xebata belgeyî ya ku amadekirina wê hê jî didome û der heqê Mirazê Cemal û rojnameya Rya Teze de ye, cara pêşî were nîşandan. Her wiha dê di çarçoveya bernameyê de ji bo pîrozkirina 80 salîya Migirdiç Margosyan şeveke şahiyê jî wê bê lidarxistin.

Bereh wê li Ingilîzî û Fransî bê wergerandin 

Mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeya Berawirdî ya îsal jî şair Berken Bereh e. Di atolyeya wergerê ya KurdîLit a ku ji bo xuyanîkirina Wêjeya Kurdî hat avakirin, demajoyeke wergeran wê dest pê bike û dê bijareyek ji helbestên Berken Bereh pêkhatî ji bo zimanê Ingilîzî û Fransî bê wergerandin.

 

MA/AMED

 
 

Bernameya Rojên Wêjeyê 

 

Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê jî eşkere bû. Bername 12’ê Cotmehê saet 19:00´an li Salona Konferansê ya Sazîya Sanayî û Bazirganîyê dest pê dike bi beşdariya Mirazê Cemal û bi pêşandaneke belgeyî ya kurt li ser Rya Teze. Piştî vê çalakiyên bi Kurdî jî yên vê bernameyê wê evên li jêr bin:

  • 13’ê Cotmehê saet 17:00-18:30´î li Sazîya Avahîsazan bi navê “Dem, Şûngeh, Margosyan” bi moderatoriya Şeymus Diken û beşdariya Gursel Korat, Şeyhmus Kozgun, Mehmet Çakmak panelek wê bi rê ve biçe.

Heman rojê saet 19:00-21:00´ê li Kastal Kafe bi navê “Em ji bo Margosyan Dibêjin” çalakiyek heye bi beşdariya Migirdiç Margosyan, Udî Yervant, Şeyhmus Diken, Birsen İnal û Adnan Gerger.

  • 14ê Cotmehê saet 13:00-14:00´an li Sazîya Avahîsazan  Clémence Schalbert Yucel wê gotara xwe ya bi navê “Anatomîya Wêjeya Kurdî” pêşkêş bike.

Heman demê û li heman cihî, saet 14:30-16:00´an panelek bi navê “Di Navbera Dîwanan De: Melayê Cizîrî û Hafiz Şîrazî Di Wêjeya Rojhilatê De” bi moderatoriya Îlbay Kahraman û beşdariya Mehmet Kanar, Îlhamî Sîdar, Zahirt Ertekin, Emirhan Oguz bi r ê ve diçe.

Heman demê û li heman cihî, saet 17:00-18:00´an panelek bi navê “Zerketav û Wêje” bi moderatoriya Lal Laleş û beşdariya Ayşegul Devecioglu, Omer Turkeş, Adnan Gerger pêk tê.

  • 15’ê Cotmehê saet 18:00-19:30´î li Şaxa Yekem ya Egitim-Senê bi navê “Wêjeya Zarokan ya bi Kurdî: Hêçandin û Derfet” bi beşdariya Mem Bawer, Ulku Bingol, Feridun Birgul panelek çêdibe.
  • 16’ê Cotmehê saet 18:00-19:30´î li Şaxa Yekem ya Egitim-Senê bi navê “Temaya Kedê ya Di Çîrok û Romanên bi Kurdî û Tirkî De” bi moderatoriya Reşo Ronahî û beşdariya Îsmaîl Dîndar û Tahir Şilkan panelek heye.
  • 17’ê Cotmehê  saet 18:00´an li Şaxa Yekem ya Egitim-Senê bi navê “Wêje, Sînema û Sirgûn” bi moderatoriya Murad Aygun û beşdariya Abdullah Aren Çelik û Esad Şanlı civînek wê bi rê ve biçe.

Heman rojê û li heman cihî, saet 19:00´an li ser mijara “Xebatên Akademîk yên Kirmanckî (Zazakî)” bi moderatoriya Abdullah Eren Çelik û beşdariya Bîlal Zîlan û Veysel Yildizhan panelek çêdibe.

  • 20’ê Cotmehê saet 13:00-14:00´an li Sazîya Avahîsazan bi navê “Wergerandina Helbesta Berken Bereh” bi beşdariya Samî Hêzil û Atolyeya KurdîLitê panelek heye.

Heman rojê li heman cihî saet 14:30-16:00´an bi navê “Zayenda Civakî Di Wêjeyê De” bi beşdariya  Melek Özlem Sezer û Fexrîya Adsay panelek çêdibe.

Heman rojê saet 17:00-18:00´an li Şanoya Bajêr ya Amedê, Gonca Ozmen wê Banga Edaletekê (helbest) bike. Saet 19´an jî wê Tartuffe (Lîstika bi yekperdeyî) pê pêşkêşkirin. Piştî lîstikê bi koma şanoyê re, li ser mijara “Şîrovekirina Tartuffê ya bi Kurdî” sohbetek were lidarxistin.

  • 21’ê Cotmehê saet 15:30-17:00´an li Sazîya Avahîsazan bi navê “Edaleta Wêjeyê” bi beşdariya Necmiye Alpay, Gonce Ozmen, Murat Ozyaşar û Dilawer Zeraq panelek bi rê ve diçe.

Heman rojê li heman cihî saet 18:00´an Berken Bereh axaftina dawî ya bernameyê dike.

 

Atolye jî hene

Di çarçoveya bernameyê de wê Atolyeya Romanê ya ligel Ayşegul Deveciogluyê 11’ê Cotmehê saet 18:00-21:00´ê, 13-14’ê Cotmehê jî saet:10:00-13:00´an hebe. Atolyeya Çîrokê ya ligel Melek Ozlemê 19-21’ê Cotmehê saet: 10:00-13:00´an hebe. Wekçî din Atolyeya KurdîLitê jî wê hebe.

 

Amed li Batman û Mêrdînê 

Bi hevkarîya Weşanên Ayrinti li Batmanê jî çalakiyek wê hebe bi navê “Dîwana Melayê Cizîrî” bi moderatoriya Îlbay Kahraman û beşdariya Îlhamî Sîdar, Emirhan Oguz. Ev çalakî 15´ê Cotemhê saet 18:30´î li Tov Sanatevi çêbe.

Çalakiya li Mêrdînê jî bi heman navî û bi heman beşdaran 16´ê Cotmehê saet 18:00´an bi rê ve diçe û mekanê wê jî Leylan Kafe Kitap e.