Çalakiyên Mihrîcana Sînema ya Rojava dewam dikin. Li navçeya Amûdê 6 film hatin pêşandan. Di çarçoveya mihrîcanê de nîşandana filman li Qamişlo jî dewam dike. 

Komuna Film a Rojava bi hevkariya Tevgera Çand û Huner a Demokratîk 13’ê Mijdarê ango 57’emîn salvegera ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ çalakiyên Mihrîcana Sînema ya Rojava, dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de doh li navenda Hûrî ya Çand û Huner a Navçeya Amûdê bi beşdariya dehan şêniyên navçeyê, 6 film hatin pêşandan.

Beriya pêşandana filman, ji bo giyanê pakrawanan deqeyek rêz hate girtin. Paşê Hevseroka Tevgera Çand û Huner a Rojava Bêrîvan Xalid axivî û girîngiya mihrîcanê vegot.

Di mihrîcanê de 6 belgefilmên li ser dîroka gelê Kurd û kevneşopiyên Kurdan hatin pêşandan.

Navên filmên hatin pêşandan û kesên derhêneriya wan kiriye ev in:

Filma Dada Saltaneh a Hadi Ahmadi; filma Long Night a Kamiran Betasi, filma Butterflies a Adnan Zandi, filma Zal Zalak a Iraj mohammadi, filma Rope ya Azar Mansoori, filma Gera du Roje ya Mehmûd Gaqmaq


Li Qamişlo rojên sînemayê

Di çarçoveya mîhrecanê de di roja duyemîn de li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo jî pêr pêşandana filman dewam kir.

Di roja duyemîn a filman de, bi dehan şêniyên  bajarê Qamişlo amade bûn. Mihrîcan bi pêşandana  kurtefilmeke li ser berxwedana Kobanê bi navê “Berxwedan jiyan e” hate destpêkirin. Paşê, 6 film  derbarê Rojava û berxwedana wê de, hatin pêşandan.

Heman rojê li Serêkaniyê film hatin pêşandan.

Mihrîcan wê heta sibe (17´ê Cotmehê) dewam bike û û bi giştî wê 77 kurtefilm û belgefilm, bêtin pêşandan. 


AMÛDÊ/QAMIŞLO