Mala Êzîdiyan a Amûdê bi boneya Çareşema Sor li gundê Qiz El-Cûx şahiyek li dar xist. Endamê MSD’ê Husam El-Ewak, Endama Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk Rena Ewad, Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed, Cîgirê Serokê Melcîsa Rêveber a Kantoan Cizîrê Husên El-Ezam, Fermndarên YPG/YPJ’ê û bi sedan welatiyên herêmê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Endama Rêveber a Mala Êzîdiyan Selma Xabûr qewlên olî xwendin. Dûvre li ser navê TEV-DEM’ê Xelîl Osman, li ser navê MSD’ê Husam El-Ewak, li ser navê Rêveberiya Xwesweriya Demokratîk Emîna Umer û li ser navê Komîteya Perwedeya Demokratîk Sefwan Ehemed axivîn.

Piştî axaftin bi dawî bû, Koma Tolhildan a Hesekê stran pêşkêş kirin, her wiha koma Şehîd Berçem xelekên govendê pêşkêş kir.

Şahî bi diruşmeyan û xelekên govendê bi dawî bû. 


 AMÛDÊ