Ev kursên ku dê dest pê bikin wê wekî du astan bên dîtin. Asta yekemîn 4 meh û asta duyem jî dê 4 mehan bê dîtin. Derbarê kursan de xebatkara Konsarvatûara Aram Tîgran û berpirsyara kursan Dîlan Alacabey axivî.
Ji bo tembûr, gîtar û kemanê elaqe zêde ye
Alacabey destnîşan kir ku di navbera 25’ê Sibatê û 25’êAdarê de miraceatan ji bo qeydên kursên muzîk, wêne û fotografê qebûl bikin. Alacabey da zanîn ku ji bo miraceatê sînorê temenê şagirtan tune lê lazim e ku xwendin û nivîsandina wan hebe.
Her wiha Alacabey diyar kir ku wekî du astên ku ji 4 mehan pêk tên ew ê perwerdeyê bi kursan bidin û wiha peyivî: “Kursên me bi giştî wê 8 mehan dewam bikin. Piştî ku kursên me bi dawî bûn belgeyên serkeftinê wê ji bo şagirtan bên dayîn. Di heman demê de ji bo ku şagirtên me hunera xwe pêşkêş bikin derfet wê bên afirandin. Dema şagirtên me bi serkeftî perwerdeya xwe bi dawî kirin û belgeyên xwe wergirtin dikarin di saziyên me de xebatên xwe yên hunerî bimeşînin.”
Alacabey destnîşan kir ku serlêdanên ku herî zêde tên kirin ji bo tembûr, gîtar û kemanê ye. Alacabey derbarê enstrûmanên ku şagirt pê perwerdeyê bibînin jî got ku şagirt bi xwe enstrûmanên xwe tînin lê dema yên nizanibin û nikaribin bikirin jî ew dibin alîkar.
AMED