Li seranserê Ewrûpa û Kanadayê doh û pêr ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Çalakî li Marsîlya, Freiburg, Rotterdam û Torontoyê pêk hatin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a li bajarê Franseyê Marsîlyayê, ji bo azadiya Ocalan meşek hat organîzekirin.

Di vê meşa girseyî de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Çalakgeran pankartên li ser wan nivîsandî “Doh Mandela îro Ocalan”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, “Deh mîlyon mirov li benda bersivê ne” hilgirtin.

Meşê ji meydana Vieux Portê destpê kir û heta ber avahiya Nûnertiya Komîsyona Ewrûpayê dewam kir. Jinan tîşortên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kir û belavok belav kirin. Jinan, derbarê tecrîdkirina Ocalan de agahî dan raya giştî.


Elmanyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Çalakiyên konên agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dewam dikin. Li bajarê Elmanyayê Freîbûrgê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina şidandî a Ocalan, Kurdistaniyan kon veda. Li binê vî konî her roj saet di navbera 12:00-19:00 de raya giştî wê li ser mijarê were agahdarkirin. Di roja destpêkê ya çalakiyê de elaqeyeke mezin hebû. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Freîbûrgê, Meclîsa Jinê ya Nûda û Jinên Ciwan ên Azad çalakiyê organîze dikin. Di roja destpêkê de Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr jî di çalakiyê de amade bû. Goksûngûr li vir axivî û got, li gelemperiya Ewrûpayê desteka ji bo kampanya îmzeyan a ‘Nebe hevparê vî sûcî’ zêde bûye. Goksûngûr da xuyakirin, ku ew li bendê ne her kesê li dijî zilmê destekê bide kampanyayê.

Konê li Kaîser Joseph Str. hatiye vedan wê heta roja Şemiyê vekirî be.


Li asîmanê Hollanda çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’

Li bajarê Holendayê  Rotterdam û bajarê Swîsreyê Baselê jî bi daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li Rotterdam NCDK´ê bi balafira ku pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ pê ve bû, çalakîyek li dar xist.

Çalakiya balafirê ya ku aliyê gelek kesan ve hate temaşekirin, elaqeyek mezin dît, ji aliyê girseyê ve bi çepik û tilîliyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hate pêşwazîkirin.

Hevseroka Meclîsa Civaka Demokratîk daxuyaniyek da, ragihand ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan dewam bikin.

Li bajarê Swîsreyê Baselê jî bi şîara “Em azadiya Ocalan dixwazin” çalakiya kon a 3 rojan hate destpêkirin.


Çalakiya li Toronto di roja 9´an de ye

Konê li bajarê  Kanadayê Torontoyê yê ji bo azadiya Ocalan hatiye vedan jî di roja 9. de ye. Kon li pêşiya Parlamenta Ontarîo hat vedan û li ser mijarê raya giştî tê agahdarkirin. Her wiha belavokên li ser jiyana Ocalan tên belavkirin û îmze tên berhevkirin. Çalakî wê di 14’ê Tîrmehê de biqede. 


 NAVENDA NÛÇEYAN