Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 15’ê Hezîranê li herêmên Avaşîn, Çelê û Xakurkê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî hatine lidarxistin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: ”Hêzên me yên YJA Starê li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dagirkerên li ser girê Tepê Xwedê xistin. Hêzên YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser girê Xeregolê çalakiyek kirin. Hêzên gerîlla li herêma Xakurkê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Şehîd Derwêş çalakiyek kirin. Di van her sê çalakiyan de kuştî û birîndarên dijmin nehatin tesbîtkirin.” Herweha HPG’ê da zanîn ku 15’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Deşta Kafya ya herêma Garê barandin. Hate ragihandin ku ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye. ANF/BEHDÎNAN