Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, li herêmên Bab û Efrînê di çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 8 çete hatine kuştin û 11 çete jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya li ser çalakiyan de weha tê gotin; Li gundê Tiwês ê herêma Babê di 17’ê Îlonê de baregeheke leşkerî ya ser bi koma çete Lîwa El-Weqas bû hedefa Hêzên Rizgariya Efrînê. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.
Li derdora gundên Çema û Omera yên navçeya Şera ya Efrînê li dijî baregeha leşkerî ya koma çete Sûltan Mûrat çalakiyeke sabotajê hate kirin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
12’ê Îlonê li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma pira duyemîn a li navenda bajarê Efrînê çalakî hat kirin û di encama çalakiyê de du çeteyên qaşo polîsên leşkerî hatin kuştin du jî birîndar bûn.
EFRÎN
Li Efrînê çete xelqê direvînin
Li Efrînê di nava 18 rojan de herî kêm 94 kes hatin revandin.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, herî dawî artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Senerê yê navçeya Şiyê 4 sivîl revandin.
Sivîlên hatin revandin Mihemed Henan Eşwanî, Hesen Ehmed Soro, Ebdo Mihemed Ehmed û Kemal Xelîl Mehmûd in.
Êrîşên li dijî sivîlan van mehên dawî zêde bûn. Roj nîne ku sivîl nayên revandin. Ji destpêka meha Tîrmehê ve bi sedan sivîl hatin revandin. Hate ragihandin di nava meha Tîrmeh û Tebaxê de hejmara kesên hatine revandin ji 500’î zêdetire. Li gorî hesabên ANF’ê ji serê meha Îlonê û vir ve bi kêmanî 73 kes hatine revandin. Tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir bin.
ANF / EFRÎN