Operasyona dagirkirina dewleta Tirk a bi navhe Tevgera Mertalên Firatê de di roja 134’an de de berdewam dike. Di operasyonê li dijî Bab’ê de hat diyarkirin ku DAEŞ’ê li dijî leşkeran êrîş pêk anîye û di êrîşê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 3 leşker jî birîndar bûne. Cenaze leşkeran û leşkerên birîndar anîn Nexweşxaneyên Dîlok û Kîlîsê. Li aliyê din hate diyarkirin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de ji bo operasyoneke nû wê bi 8 hezar leşkeran bişîne Babê. Li gorî nûçeya Haber7 hat diyarkirin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê ya li herêma El Babê de Hêza Çekdar a Tirkiye 8 hezar leşker bişîne Babê. Leşker dê bi tena serê xwe têkeve herêma El Babê û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) jî dê wekî hêza piştgir cih bigire.
DÎLOK