Hêzên Rizgariya Efrînê HRE´yê ragihand ku li gundê Babê çalakî li dar xistine û di vê çalakiyê de herî kêm 5 dagirker hatine kuştin.
HRE da zanîn ku 2´ê Kanûnê wan li herêma Babê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek li dar xistine.
Di çalakiya li derdora gundê Eblê yê Babê de hêzên HRE´yê li çeper û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dane. Di çalakiyê de 5 dagirker hatine kuştin û hejmara dagirkerên birîndar jî nehatiye tespîtkirin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî çalakiyê gundên Til Cîcan, Semûqa û Til Medîq ê Şehbayê bomberdûman kir.
NAVENDA NÛÇEYAN