Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê tekildarî şerê li Amed, Colemêg û Sêrtê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku li Hekarî û Amedê herî kêm 20 eskerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. HPG´ê got, 16’ê Hezîranê berê sibehê saet 02.00’an gerîlayan li Tepê Xîreta ya Şemzînana Colemêrgê bi çalakiyeke sabotajê tespîtkirî 2 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştin. Li Çelê 14 esker hatin kuştin HPG´ê diyar kir ku heman rojê saet 15.00’an gerîlayan li Girê Xeregolê yê Çelêya Colemêrgê bi çalakiyekê derbên giran li çeper û stargehên artêşa Tirk xistin û tesbîtkirî herî kêm 14 eskerên artêşa dagirker kuştin. HPG´ê ji bo çalakiyeke gerîlayên YJA-Starê ya heman rojê got, “Hêzên me yên YJA-Starê nîvro li dijî eskerên dijmin ên li Girê Koordîne yê Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara eskerên mirî û birîndar nehat tespîtkirin.” Li Amedê 4 esker hatin kuştin HPG´ê ji bo çalakiya 11’ê Hezîranê berêvarê ya li devera Dêrxustê ya Licêya Amedê ya li dijî hêzên operasyoneke eskerî got, “Hêzên me li dijî yekîneyeke veşartî  çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 esker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran qad bomberdûman kirine û gelek gundiyên Derxustê bi êşkenceyê destgîr kirin.” HPG´ê herî dawî da zanîn ku 7’ê Hezîranê li devera Memira ya Dihê ya Sêrtê, gerîla û yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk rastî hev hatine û di navbera wan de şer qewimiye: “Di vî şerî de hevalê me Çekdar bi qehremanî şer kir û hevalê me Herekol Çirav (Haci Goktaş) jî bi birîndarî dîl ket destê dijmin.” HPG´ê nasnameya şehîdê xwe wiha eşkere kir: Çekdar Amed (Emrah Polat) ê, li Amedê ji dayikbûyî, kurê Esma û Mehmet Selîm, li Sêrtê 7’ê Hezîrana 2018’an jiyana xwe ji dest da.  ANF / BEHDÎNAN