HPG’ê ragihand ku li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê û li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk rêze çalakî kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Geverê li dijî wesayîteke zirxî çalakiyeke sabotajê kirine, li Çelê jî du çeper hatine rûxandin û li Barzanê jî çalakiyeke sekvaniyê hatiye kirin. HPG’ê destnîşan kir ku encama du çalakiyan nehatiye zelalkirin, di çalakiya sekvaniyê de 2 esker hatine kuştin.
HPG’ê di daxuyaniyê xwe de li ser çalakiyên 22-25´ê Îlonê agahî dan: “22’ê Îlonê seat 02:00’an hêzên me li taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Gever a Colemêrgê li dijî wesayîteke zirxî ya kobra ku dewriye digeriya, çalakiya sabotajê kir. Zerareke mezin li wesayîta zirxî bû, hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn.
25’ê Îlonê seat 08:00’an, hêzên me li dijî eskerên artêşa Tirk ên ku li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û kozikên dijmin hate xistin, 2 çeper hatin rûxandin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zanîn.
Sekvanên çê 2 esker kuştin
26’ê Îlonê seat 02:00’an hêzên me li girê Bayrak ê li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li dijî eskerên artêşa Tirk rêze çalakiyên sekvanî kirin. Di çalakiyan de 2 eskerên dijmin hatin kuştin û artêşa Tirk bi obus û hawanan herêm topbaran kir.”
7 gerîla şehîd bûn
HPG´ê wekî din da zanîn ku di operasyonên bi desteka êrişên hewayî yên li Dersim û Sêrtê de 7 gerîla şehîd bûne: “Artêşa TC’ê sibeha 23’ê Îlonê li herêma Qela Yûnûs a navçeya Hawêl a Sertê bi desteka balafirên keşfê operasyon da destpêkirin. Heman rojê seat 14:00’an û 21:00’an hêzên dagirker bi giranî teknîk bikaranîn û herêm bombebaran kirin. Di bombebaranê de 3 hevalên me şehîd bûn. Artêşa Tirk roja 17’ê Îlonê li herêma Rojdere ya navenda Dersimê operasyon dabû destpêkirin. Li herêma operasyonê artêşa Tirk ku bi yekîneyeke me re nekarî şer bike, bi balafirên şer û helîkopterên kobra bi giranî herêm bombebaran kir. Di bombebaranê de 4 hevalên me şehîd bûn.”
HPG´ê got, piştî nasnameyên gerîlayên şehîdbûyî diyar bûn, ew ê nasnameyan bi raya giştî re parve bike.
ANF / BEHDÎNAN
Kuştiyên cerdevan eşkere dikin
Li Navçeya Şirnexê Silopiyayê di encama teqînekê de 2 cerdevan hatin kuştin û çar jî birîndar bûn. Li çoltera Girê Ezmana yê li Bajarokê Gite yê ser bi Slopiyayê cerdevanan û eskeran bi hev re operasyon kir. Di dema operasyonê de di encama teqînekê de 2 cerdevan hatin kuştin û herî kêm 4 cerdevan jî birîndar bûn.
ŞIRNEX