Ji ber erdheja bi şideta 5.8 li sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Elbaka Wanê 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê gotin, kesên di bin kavilan de mane hene.

Li herêma ser sînor saet li derdora 08.52’an bi pileya 5.8 erdhejekê rû da. Vê erdheja rê li ber metirsiyeke mezin vekir li her deverê Wanê hat hîskirin.

Li gundên Gelenler, Xanik, Kaşkol û Elbis ên girêdayî navçeya Elbaka Wanê ji ber erdhejê gelek mal xera bûn.

Li başûrê bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê jî erd bi pileya 5.7 hejiya.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, destê sibê li bajarê Qitor ê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya ye. Erdhej li navçe û bajarên derdorê jî hate hîskirin.

 

WAN