ZOSK BALEK / ROJNEWS/BALEKAYETÎ
Li Balekayetî ji serê sala 2018’an heya niha, 3 kes ji ber ku fikrê xwe anîn ser ziman ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin. Kesên hatî girtin dibêjin, asayîşa PDK’ê nahêlin ew bi azad fikrê xwe bînin ziman û tevlî çalakiyan bibin.
Mexdûrên Asayîşa PDK’ê, diyar dikin ku asayîş ji wan kesan re dibêje “Ji bo çi hûn fikrên xwe tînin ziman û di çalakiyên li dijî PDK’ê de cih digrin?”
Yek ji kesên ku ji destê asayîşê hatî êşkençekirin Karox Osman e. Karox Osman li ser vê yekê axivî û got, ew di 30’ê Îlonê de li bazara Balekayetî ji aliyê asayîşê ve rastî êrîşê hat. Osman diyar kir ku hêjî şopên lêdanê li laşê wî xuya dikin, lê welatiyan wî ji destê asayîşê derxistine û nehêlane bigrin.
Zextên li ser xweîfadekirinê
Osman li ser zext û pêkûtiyên li ser xwe îfadekirinê got:”Serbest xwe îfadekirin, fikir anîna ser ziman li Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye, yasa tên binpêkirin. Divê em azadiya fikir û dadgehê biparêzin, ger dadgeh û yasa serwer be, wê demê em jî dikarin bi azadî fikrê xwe bînin ziman û bijîn.”
Bi şidetê bêdeng dike
Salar Çomanî jî 26’ê Adara 2017’an ji aliyê asayîşa PDK’ê ve li bajarokê Soran hatiye girtin. Salar Çomanî li ser zext û pêkûtiyên PDK´ê wiha peyivî:”Piştî wê ez bi daxwaz û israra xelkê hatim azad kirin. Welatî niha ji ber zehmetiyên jiyanê nerazînên xwe tînin ziman, lê PDK li van navçeyan bi rêya şîdetê dixwazin xelk û çalakvanan bêdeng bikin. Rojane komek ciwan, çalakvanên sivîl û rojnamger kom dibin û daxwaz ji PDK’ê dikin daku dengê gel bêdeng nekin.”
Salar Çomanî bang li rêxistinên civaka sivîl kir û got; “Em bang li rêxistinên sivîl dikin da ku zexte li PDK’ê bikin, êdî binpêkirinên yasayî nekin.”
Raporek pêşkeş kirin
Her wiha pêr 27 aktîvîst, rojnameger, parêzer û mamostayên bajarokê Çoman derbarê binpêkirina mafê mirovan û azadiya ramanê de raporek pêşkêşî Dadgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê kirin. Di raporê de daxwaz tê kirin ku bê alî tevger bikin û pîvanên dadgehan binpê nekin.