Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya gerîla de li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, 4 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.  Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser çalakiyên gerîla yên li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê û herêma Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 16’ê Tîrmehê saet 19:30’î li nêzî girê Bayrak ê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistiye. Li gorî daxuyaniyê, hêzên gerîla ji cihekî nêz ve derb li eskerên Tirk xistine û di encamê de 4 eskerên dagirkeriyê kuştine. Di dewama daxuyaniyê de li ser çalakiya gerîla ya li Mêrdînê jî agahî hatin dayin û hat gotin, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî şebekeya belavkirina gaza xwezayî ya di navbera navçeyên Mîdyad û Kerboranê yên Mêrdînê de çalakiya sabotajê kir. Di encamê de şebekeya belavkirinê îmha bû.” n ANF/BEHDÎNAN

3 gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji ber êrişa hewayî ya 14’ê Tîrmehê, gerîlayên bi navê Delîl, Hamza û Zanyar li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye: “Dijminê dagirker, ev 3 sal in di êrişên xwe de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê teknîk û bombeyên ku di şerê navbera dewletan de tên bikaranîn, li dijî hêzên me yên gerîla bi kar tîne. Tevî vê yekê jî dewleta TC a dagirker li hemberî gerîlayên Kurdistanê nikare encama dixwaze bi dest bixe, lewma dîn û har dibe û hovanetir êriş dike. Hêzên dagirker ên ji bejahî ve nikarin li dijî hêzên me yên gerîla şer bikin, hewl didin bi êrişên hewayî encamekê bi dest bixin. Ji ber êrişên hewayî 14’ê Tîrmehê li gundê Sîda yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevalên me Delîl Karakoçan, Zanyar Tendurek û Hamza Têkoşîn şehîd bûn.” HPG´ê nasnameya van gerîlayan wiha eşkere kir: Delîl Karakoçan (Hasan Çakmak)
ê li Xarpêtê jidayikbûyî; Hamza Têkoşîn (Salar Ahmet Xalid) ê li 
ê li Qamişloyê jidayikbûyî; Zanyar Tendurek (Mucahît Kaya) 
ê li Wanê jidayikbûyî. HPG´ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Ji ber şehadeta wan, em ji malbatên hêja yên her sê hevalên xwe û ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku bi awayekî herî xurt em ê xwedî li mîrateya şoreşê derkevin ku şehîdên me yên leheng ji me re hiştine.” NAVENDA NÛÇEYAN