Li bajarê Swîsreyê Baselê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dezgeha agahdarkirinê hate danîn. 

Meclîsa Jinê ya Ronahî ya ku li Baselê kar dike, ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê û tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dezgeha agahdarkirinê danî.

Dezgeh li Claraplatzê hate danîn, wêneyên Ocalan lê hatin daliqandin û bi sedan belavokên li ser tecrîdkirina wî hatin belavkirin. 


BASEL