Gera min a li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Ez wer hîs dikim ku welat hestên mirov dişo û ji nû ve bi ser xwe ve tîne.

Bi taybetî li xerîbiyê jiyana bajarî mirov li dûv xwe dide bazandin. Kaotîk, tevlîhev û bi stres e. Mirov şert û zirûfên jiyana xwe nikane bi îradeya xwe pêk bîne û organîze bike. Şertên jiyana bajêr wî dixe pey xwe û kaş dike. Hestên xwezahî wenda dibe; tahmgirtina ji ax, xweza, civak û însanan roj bi roj dihele û di dawiyê de însan û civak bê hest û bê wijdan dimîne û dibe wek didanên makîneyeke bê ruh. Sedemê tevahiya nexweşiyên modern ên mirovî û civakî qûtbûna ji welat û civakê, yanî qûtbûna ji xwezaya civakî bi xwe ye.  Bi salan şûnde hatina welat hestên min dihêjîne. Li welat nirxên mirovî û civakî yên resen careke din xwe vedijînin. Ji ber vê yekê; Bakur an Başûr, Rojava yan Rojhilat kîjan parçeyê welêt dibe bera bibe, an vegereke dawî an jî car caran dîtina welêt divê. Qûtbûna ji welat qûtbûna ji kaniya jiyanê ye.

‘Nîsan mangî seyrane’

Her çiqas ji ber şerê dehan sal ajotî û pişt re jî ji ber maeşa hazir a pêşmergetiyê xelkê Başûr ji gundan berê xwe dabin bajaran jî xwe ji xwezayê qût nekirine. Bi hatina biharê re an diçin gundên xwe yên vala û bi bax û rêzên xwe ve mijûl dibin an jî bona seyranê derdikevin derveyê bajaran.  Wer xuya ye ku ev wek kulturekê ye, ku di stranan de jî tê bilêv kirin; “Nîsan mangî seyran e…” Her roja înê derdorê bajarên Başûrê Kurdistanê giştan bi kesên ku derdikevin seyranê tijî dibin. Li hêlekê goşt tê biraştin û li hêla din bi bilindkirina dengê mûzîka Kurdî govend tên gerandin. Wekî ku cejn e; kincên jinan ên folklorîk ên bi taybetî bi rengê sorîn bala mirov dikişîne. Li hêleke din hinek kes jî di serî de kereng, cûr be cûr giyayan berhev dikin. Giyayên bona debara malê tê berhevkirin li bazara bajêr tên firotin.
Tiştekî ku balê pirr dikişîne ew e; ku Kurdên Başûrî xwezayê pirr qilêr dikin. Hên jî kultura paqijiyê bi pêş neketiye. Bi zêdebûna xwarin û vexwarinên hazir re, qilêrkirina derdorê jî wek helwesteke normal bûye. Him li bajaran him jî derveyî bajaran mirov li ku binêre çav li şûşeyekî plastîk ê avê dikeve. Bi taybetî jî qilêrkirina xwezayê mirov diêşîne…
Li Behdînanê Çiyayên Metînan û Çiyayên Gareyê bi bilindahiyên xwe yên asîlane mîna du evîndarên di nava çavên hevdu re dinêrin lê nikanin bigîhinin hev, xwe dirêj kirine. Berojên wan mîna cennetê ye; çav nikanin xwe ji xweşikahiya dar û daristanan dûr bixe. Amediye mîna balkonekê bi Çiyayên Metînan ve xwe ase kiriye. Di nava her du rêzeçiyayan de rêya asfaltê bajar, bajarok û gundan digîhine hevdu; Amediyê, Dêralûk, Şeladizê…

Hêviya bi xem

Hiş û fikir her çiqas li ser pirsgirêka Kurd a li Bakur, li Rojhilat û çeperên li ser sînoran ên ku Kurdan hên bêtir diêşîne be jî, dîmenên zindîtiya heta nîvê şevê ya li bajarên Başûr hêviya jiyaneke azad a Kurdewar a li her çar hêlên Kurdistanê xurtir dike. Helbet hêviyeke bi xem…Wexta mirov li derengiya şevê li kolanên Amediyê di nava deng û mûzîka Kurdî de digere, dikeve nava hestên tevlîhev. Pirsgirêkên xelkî me yên li parçeyên din wek kabûsekê dikeve ser dilşadiya ku ji vê zindîtiyê peyda dibe. Hêvî ew e ku çanda demokratîk û perspektîfeke neteweyî pêş bikeve û desthilatdariya Başûr destê xwe ji pratîkên bêxêr bikişîne.

Jinên Başûrî li ku ne?
Hinek mêr di bin ronahiyê de li ber dikanan rûniştine. Komeke zarok û ciwan ên ku formeyên rengîn li xwe kirine ji maçê fûtbolê tên. Maşîneyên eraziyê yên bi markayên Nîssan û Toyotayê diçin û tên û bi qorneyan silav didin hevdu. Ê balkêş ew e ku li beramberî vê zindîtiyê li kolanan tu jin xuya nakin; çirayên bajarên Başûr ên ku dibiriqin hên jî nikanin têra ronîkirina jiyana jinan jî bikin. Wer xuya ye, ku her çiqas bajar ewqas werin ronîkirin jî, li Başûr feraset hên jî ji ronîkirina tevahiya jiyana civakî dûr e…